Ayata: Tevlîbûna li nava şer têrê nake, derketina ji şer jî lazim e

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, mejiyê Erdogan û DAIŞ'ê yek e û da xuyakirin, ku AKP a nikare xwe li rewşa heyî ya Kurdan rabigire, ji bo Kurd nebin xwedî statu hewl dide li Sûriyeyê komkujiyên nû bike.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, mejiyê Erdogan û DAIŞ'ê yek e û da xuyakirin, ku AKP a nikare xwe li rewşa heyî ya Kurdan rabigire, ji bo Kurd nebin xwedî statu hewl dide li Sûriyeyê komkujiyên nû bike.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata mijarên di rojevê de ji ANF'ê re nirxand.

Ayata da xuyakirin, ku eger îro DAIŞ li SAûriye, li Mûsîlê dewleta şerîatê îlan bike, wê Tirkiye li dij dernekeve û got, "Ji ber ku mejiyê Erdogan û yê DAIŞ'ê weke hev e."

Ayata diyar kir ku AKP ji bo pêşî li statuya Kurdan a li Sûriyeyê bigire, di nava hewldanan de ye û got, "Çima li hemberî rêxistinên li wê derê, li hemberî Ereban, Cîhadiyan ewqasî bi hêrs nîne? Çima wan xetere nabîne, lê ji rêveberiyên Kurdan aciz e. Kurdan li hemberî Tirkiyeyê şer nemeşandine, êrîş nekirine. Berevajî, her tim gotiye em dixwazin bibin dost, em dixwazin bi hev re bijîn. Her tim di vî warî de ketin nava hewldanên erênî. Lê Erdogan ev ji nedîtî ve hat."

'YA KU ERDOGAN FERZ DIKE, FAŞÎZM E'

Ayata bibîr xist, ku di agirbestan, hewldanên çareseriyê, diyalog û herî dawî jî di Mutabaqata Dolmabahçeyê de gotina Kurd jî tinebû, hemû xalên giştî yên demokratîk bûn û got, "Lê ew jî red kir. Naxwaze hebûna Kurdan rewa bibe. Eger Kurd weke gelekî nas bikira, wê ne li PYD'ê, ne li PKK'ê, ne jî li HDP'ê ewçend dijminatî bikira. Ev şer rû nedida û xwîn nedirijiya. Wê bi rê û rêbazên demokratîk li nava parlamentê yan jî li derve ev pirsgirêk bihata nîqaşkirin û çareserî bihata peydakirin. Ya ku Kurd dixwazin ne tiştekî li ti devera cîhanê nehatiye bicihanîn e. Ya ku Kurd dixwaze demokrasî, azadî, rengînî û piralîtî ye ku ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê xêr e. Kî dikare ji vê aciz be? Ji bilî hêzên faşîst, ti kes ji vê aciz nabe. Ya ku Erdogan ferz dike, faşîzm e."

'TIRKIYE PÊŞÎ LI AGIRBESTÊ DIGIRE'

Mûzaffer Ayata bal kişand ser bomberdûmana AKP li hemberî Rojavayê Kurdistanê dike û ev nirxandin kir: "Tirkiye bi bombekirina Sûriyeyê re pêşî li agirbestê digire. Bahaneya xwe jî; PYD dikeve nava Ezazê. Çi ji te re, gelo Ezaz malê te yê tapûkirî ye, leşkeren te li wir hene? Na. Li wê derê, li şûna El Qaîdeyê wê PYD bi cih bibe. Erdogan dibêje, 'Rûsya destekê dide PYD'ê, zîhniyeta serdest destekê dide PYD'ê, Amerîka destekê dide PYD'ê'. Ji vê destekê bêhtir tiştekî xwezayî heye? Ji ber ku Rûsya, Sûriye, Amerîka dibêjin gefa sereke ya li hemberî mirovahiyê DAIŞ e. Di rewşeke bi vî rengî de tiştekî gelekî xwezayî ye ku destekê bidin her kesê li DAIŞ'ê dixe.

'JI BILÎ TINEKIRINA KURDAN, TI XETEKE DEWLETA TIRK NÎNE'

De jê tê bila AKP rabe leşkerê xwe bîne û li Sûriyeyê bide şerkirin. Çima nîne? Welatên ku destekê nadin wê sûcdar dike. Dibe ku Sûriye jî destekê dide PYD'ê. Sûriye jî, Amerîka jî li hemberî DAIŞ'ê şer dikin. Lewma koalîsyona cîhanê ava kir. Ji ber vê yekê ewqas mesref kir, bi ewqas balafiran bombeyan li DAIŞ'ê dibarîne. Nêrîna hevpar a hemûyan, tinekirina DAIŞ'ê ye. Dibêjin; piştî têkbirina DAIŞ'ê em Sûriyeyê ji nû ve ava bikin, maseyan ava bikin û li ser pirsgirêkê rawestin. Lê belê Tirkiye ferz dike û dibêje; ev hevdîtin wê neyê kirin, ev PYD wê ji holê bê rakirin. Tirkiye hewl dide cîhanê bîne ser xeta xwe, radibe ji xwe re xetên sor destnîşan dike. Her roj xetên sor datîne pêşiya Kurdan. Niha jî radibe xetên sor datîne pêşiya cîhanê. Sedema xwe dîsa Kurd e. Ji bilî tinekirina Kurdan ti xeteke dewleta Tirk nîne."

Ji bo pirsa "Tirkiye dikare rîska ketina nava Sûriyeyê bide ber çavên xwe?" Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata ev bersiv da:

"Ev hinekî zehmet e. Eger mesele tenê Kurd bûya, wê biketa nava Sûriyeyê. Bi teknîka di destê xwe de, mîna Sûr û Cizîrê bi bombekirinê re wê hewl bida bajarên Kurdan bi serê wan de bianiya xwarê. Wê bi ser ketibûya? Ev tiştekî cuda ye. 80 rojên Sûrê nîşan dide ku dewlet bi ser neketiye. Gelekî tengav bûne, gelek kuştî dan.

Li Sûriyeyê, PYD û Amerîa li dijî DAIŞ'ê bi hev re tevdigerin. Rûsya mîna hikûmeta fermî ya Sûriyeyê sînorên Sûriyeyê, qada hewayî diparêze. Rûsyayê erkeke bi vî rengî xistiye destê xwe. Amerîkayê jî ev rewş qebûl kiriye. Bêyî desteka hewayî Tirkiye nikare bikeve nav. Mîna berê hêzeke şerkirinê ya artêşa Tirk jî nemaye.

Li Hezexa xwedî nifûseke ji bîst hezarî, tevî ku bi tenê li du taxan bend hene, dewlet nikare bikeve vê derê. Gelê Hezexê dibêje, bila polîs nekeve nava taxa me, eger bikeve navê em ê jî xwe biparêzin. Bi tenê li hemberî du taxan, li gorî hejmarên fermî çar hezar tîmên taybet û yekîneyên jendermeyan ên taybet, bi sedan maşînên zirxî û tank tên bikaranîn. Her wiha dema cerdevan, ajans, endamên îstîxbaratê, nokerê jî bên jimartin, hingî wê derkeve holê ku sed qat, pênc sed qat ji berxwedêran bêhtir hêzên dewletê li wir tevdigerin. Tank nebin, ewqas polîs nikarin têkevin wan taxan, wê destûrê nedin. Ji ber ku ew mirovên ji bo şer bikin anîne, yên dilxwaz nînin. Dozeke wan a diparêzin nîne. Ji Enqereyê peyda dikin û dibêjin hadê em biçin. Biçin ku derê? Ji bo kuştina Kurdan biçin Sûr û Cizîrê. Çima tu bi rêyên din re çareser nake. Tu nikare bi vî rengî artêşekê bide şerkirin. Niha jî hewl dide vê derbasî Sûriyeyê bike."

'KURD ÊDÎ LI ROJHILATA NAVÎN HÊZA HERÎ GIRÎNG E'

Ayata da zanîn, ku dewlet vê gavê çi li gorî xwe rast dibîne, bi wî rengî tevdigere û got, "Eger niha serbest berdin wê li Tirkiyeyê bi deh hezaran Kurdan qetil bikin. Ji xwe niha vê jî dikin. Di dema hilbijartinê de me êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê dîtin. Wî bi xwe organîze kir û di nava du şevan de çar sed avahî hatin şewitandin, li her derê Kurd hatin lînckirin. Ka em Misilman bûn, bira bûn, em bi hev re dijiyan? Li pêşberî tabloyeke bi vî rengî zehmet şer bikin. Şer bikin jî, encama bi dest bixin, serketina bi dest bixin ne diyar e. Tevlîbûna li nava şer têrê nake, derketina ji şer jî lazim e. Niha nizanin wê çawa jê derkevin. Kurd dest ji têkoşîna xwe bernadin, yanî Kurd êdî li Rojhilata Navîn hêza herî girîng e."