NAV-DEM: Em bi xurtî tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin
NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku dema çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê heta 12'ê Adarê hatiye dirêjkirin û banga tevlîbûneke xurt kir.
NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku dema çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê heta 12'ê Adarê hatiye dirêjkirin û banga tevlîbûneke xurt kir.
NAV-DEM'ê diyar kir, dema çalakiya li Strasboûrgê ya ji aliyê TJK-E û KCD-E ve tê organîzekirin heta 12'ê Adarê hatiye dirêjkirin û got, "Divê li her cihî em çalakiya Strasboûrgê têxin rojeva xwe û vê çalakiyê xurt bikin. Weke NAV-DEM banga me li hemû navendên me û dostên me ne; Em bi xurtî tevlî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bibin."
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat bibîrxistin, ku dema çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) heta 12'ê Adarê hatiye dirêjkirin û hat gotin, "Polîtîkayên komkujiyên yên faşîzma AKP'ê li Kurdistanê dike, gav bi gav bêperwa dibin. Dewlet AKP'ê hemû pîvanên hiqûqê, exlaqê û însanî, her wiha hiqûqa navneteweyî binpê dike û li dijî gelê Kurd şerekî kirêt dimeşîne."
Di daxuyaniyê de hat bibîr xist, DMME jî bi ti awayî bersiveke erênî nedaye serlêdanên li hemberî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê tên meşandin û ji bo bêdengiya saziyên navneteweyî were şikandin bang li Kurdan û dostên wan ên li Elmanyayê hat kirin, ji bo bi xurtî tevî çalakiyan bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Pêwîste li her cihî em çalakiya li Strasboûrgê bixin rojeva xwe û vê çalakiyê xurt bikin. Weke NAV-DEM banga me li hemû navendên me û dostên me ne; Em bi xurtî tevlî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bibin."