Ciwanan terora AKP'ê protesto kirin
Li bajarên Elmanya Hambûrg, Stûttgart û Kolnê ciwanên Kurd bi pêşandana şano ya li nava kolanan re bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Li Kleve-Emmerîchê jî kon hat vedan.
Li bajarên Elmanya Hambûrg, Stûttgart û Kolnê ciwanên Kurd bi pêşandana şano ya li nava kolanan re bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Li Kleve-Emmerîchê jî kon hat vedan.
Li bajarên Elmanya Hambûrg, Stûttgart û Kolnê ciwanên Kurd bi pêşandana şano ya li nava kolanan re bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Li Kleve-Emmerîchê jî kon hat vedan.
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi pêşengiya Ciwanên Azad li ber stasyona trenê ya navendî çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiya ku şano hat lîstin de, bal hat kişandin ser êrîşên faşîst ên dewleta Tirk li Kurdistanê û hevkariya dewleta Elman bi dewleta Tirk re.
Ciwan êvara Pêncşemê di dema herî qelebalix de ketin hundirê stasyona trenê ya navendî, pankart vekirin û dirûşme qîriyan. Paşê daxuyanî hat xwestin û li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Sûr, Hezex, navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê agahî hat dayîn. Ciwanan dan xuyakirin, ku weke ciwanên Kurdistanê ew ê ti carî li hemberî vê bêdeng nemînin û destnîşan kirin, hevkariya hikûmeta Elman bi Erdogan re nayê qebûlkirin.
Ciwanan dûre lîstikeke şano pêşkêş kirin. Her wiha bi sedan belavok belav kirin.
Wekî din, di çarçoveya hefteya çalakiyan de wê roja Înê saet di 19:00 de li navenda Rote Flora 'Antîfa Enternasyonal Cafe' semînerek bê lidarxistin. Roja Şemiyê saet di 14:00 de jî wê hefteya çalakiyan li Hachmannplatzê bi meşekê bi dawî bibe.
STÛTTGART
Li Stûttgartê ciwanan li naverastê lîstikeke şano pêşkêş kirin û bal kişandin ser komkujiya li Kurdistanê.
Ciwanan di vê lîstika xwe ya şano de wehşeta li jêrzemînên li Cizîrê, êrîşa li hemberî koma bi alên spî hewl dida cenazeyan û birîndaran rake, vegotin.
Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, ku rejîma AKP/Erdogan li dijî Kurdan şerê tinekirinê dimeşîne û danûstandinên Serokwezîra Elmanyayê ji bo xatirê berjewendiyên xwe bi Erdogan re, hatin şermezarkirin.
KOLN
Endamên Ciwanên Azad duh êvarê li ber Dêra Domê ya li bajarê Kolnê, ji komkujiyên li Kurdistanê ji raya giştî ya Elman û Ewropayê re vebêjin, şanoyek pêşkêş kirin.
Ciwanan berxwedana xwerêveberiyê û vîna gel silav kirin û bi vê pêşandana şanoyê re terora dewleta Tirk şermezar kirin. Di heman demê de ciwanan li ser rewşa li Kurdistanê belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin û bersiv da pirsên biyaniyan. Çalakiyê bi qasî saetekê dewam kir û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîrê", "Kujerê jin û zarokan; Erdogan" bi dawî bû.
LI KLEVE/EMMERÎCH'Ê KON HAT VEDAN
Li aliyê din, li Kleve-Emmerîchê, bi armanca şermezarkirina êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirina Kurdan, encamên Ciwanên Azad li Geldernê kon vedan. Li binê vî konî tevahiya rojê belavok hatin belavkirin û bal hat kişandin ser berxwedana xwerêveberiyê. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.