Ciwan wê li Elmanya û Swîsreyê bimeşin

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û bêdengiya Ewropayê, ciwan ê li bajarên Elmanya Wûppertal, Frankfûrt, Hambûrg û li bajarê Swîsre Zurîchê bimeşin.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û bêdengiya Ewropayê, ciwan ê li bajarên Elmanya Wûppertal, Frankfûrt, Hambûrg û li bajarê Swîsre Zurîchê bimeşin.

WÛPPERTAL

Endamên Ciwanên Azad Wûppertal, ji bo meşa roja 27'ê Sibatê li Wûppertalê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê li ciwanên li eyaleta Nordrheîn Westfalenê kirin.

Meş wê saet di 17:30 de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li navnîşana: Elberfelder Str. 38, 42285 Wuppertal, destpê bike.

FRANKFÛRT

Ciwanên li eyaleta Hessenê dijîn jî wê li bajarê Frankfûrtê roja 27'ê Sibatê meşekê lidar bixin. Ciwan wê li ber stasyona navendî ya bajarê Frankfûrtê li hev bicivin û li hemberî terora dewleta Tirk bimeşin.

Meş wê 27'ê Sibatê saet di 15:00 de li ber Haûptbahnhof a Frankfûrtê destpê bike.

HAMBÛRG

Li bajarê Elmanya Hambûrgê jî ciwanên Kurd wê bi YXK û çepgirên Elman re meşeke hevpar lidar bixin. Meş wê roja 27'ê Sibatê saet di 14:00 de li pêşiya stasyona navendî ya Hambûrgê destpê bike.

ZURÎCH

Li bajarê Swîsre Zurîchê jî wê bi pêşengiya Ciwanên azad bi tevlîbûna ciwanên ji tevahiya Swîsreyê roja 27'ê Sibatê meşek bê lidarxistin. Ciwan wê li ber Pira Şaredariya Zurîchê (Rathaûsbrucke) destpê bike. Di meşê de wê komkujî û rejîma AKP'ê werin şermezarkirin û berxwedana YPS'ê were silavkirin. Meş wê saet di 14:00 de li navnîşana Limmatquai 55, 8001 Zurich'ê destpê bike.