Serdozgeriya Enqereyê xwest ÎMC TV were girtin

Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Ramazan Dînç ji Midûriyeta Giştî ya ya TURK-SAT'ê xwest weşanên ÎMC TV betal bike.

Serdozgerê Enqereyê Ramazan Dînç ji Midûriyeta Giştî ya TURK-SAT'ê re nivîsek şand û îdîa kir ku ÎMC TV 'propaganda rêxistinê dike' û jê xwest, weşanên wê bisekinîne. Dozger di nivîsa xwe de hin raporên li ser weşana sala 2015'an pêşkêş kir.

JI ALIYÊ MEDYA DESTHILATDARIYÊ VE HEDEF HATIBÛ NÎŞANDAN

Rojname û televîzyonên AKP'ê beriya niha bi demekê ÎMC TV hedef nîşan da bûn û xwestin bê girtin.

Ji ÎMC'yê têkildarî daxwaza dozgeriyê ti daxuyanî nehat dayîn.