BI DÎMEN

Çalakiya kon a li ber Parlamenta Viyanayê didome

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya kon a li hemberî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike hat destpêkirin û wê hefteyekê bidome, di roja 4. de ye.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya kon a li hemberî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike hat destpêkirin û wê hefteyekê bidome, di roja 4. de ye. Konê agahdarkirinê li ber Parlamenta Viyanayê hatiye vedan.

Li kon, wêneyên li ser komkujiyên li Cizîr, Silopiya, Sûr û gelemperiya Kurdistanê hatin daliqandin. Belavokên bi zimanê Elmanî li ser komkujiyan hatine amadekirin, tên belavkirin.

Komîteya Amadekar da xuyakirin, ku Awûstûryayî û tûrîst jî destekê didin çalakiyê.

Her wiha ji herêmên Înnsbrûck, Vorarlberg, Graz, Lînz û St. Poltenê welatparêz tevlî çalakiyê dibin.

Di dema vê çalakiya kon de, Kurdistanî û dostên wan li Meydana Stephansplatzê jî çalakiyek bi zincîran a du saetan pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Ewropa fînanse dike, Tirkiye bombe dike", "Bijî piştgiriya enternasyonal" hatin qîrîn.

Çalakî wê heta roja Yekşemê saet di navbera 11:00-22:00 de hem li ber avahiya Serokwezaretiyê hem jî li ber avahiya Parlamentê bidome.