AKP a nikare bi berxwedanê, 16 kes da girtin, 13 da binçavkirin
Di operasyonên bi fermana AKP'ê hatin kirin de 16 kes hatin girtin, herî kêm 13 kes jî hatin binçavkirin.
Di operasyonên bi fermana AKP'ê hatin kirin de 16 kes hatin girtin, herî kêm 13 kes jî hatin binçavkirin.
Hikûmeta AKP'ê ya dike nake nikare berxwedana li Bakurê Kurdistanê bişikîne, hem ji aliyê fîzîkî ve hem jî ji aliyê siyasî ve operasyonên xwe yên qirkirinê didomîne.
SAKARYA
Li navçeya navendî ya Adapazari ya Sakaryayê roja bihurî di operasyonên hemwext de 6 xwendekarên Zanîngeha Sakaryayê (SAU) hatibûn binçavkirin. Ji xwendekaran 5 xwendekar ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Xwendekarê bi navê Emre Saltik jî bi şerta kontrola edlî hate berdan. Xwendekarên ku hatin girtin ev in: Eda Ozayyildiz, Betul Unsal, Ozan Hamît Aslan, Hasret Kangal û Çagatay Mazlûm.
STENBOL
Li Stenbolê ji 14 kesên ku duh di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 11 ji wan hatin girtin. 14 kes piştî ragirtina li emniyetê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê hatin kirin. Li dozgeriyê 3 kes serbest hatin berdan 11 kes jî bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 11 kes jî bi heman îdîayê hatin girtin. Ji bo girtina van kesan jî parvekirinên di tora civakî de weke delîl hate nîşandan.
Ji kesên hatine girtin ên navên wan hatin zanîn ev in: Ridvan Çelîk, Mustafa Gungen, Hayrettîn Ayaz, Murat Dogan, Şahîn Demîr, Hîkmet Gunduz, Aykut Elmas, Mesut Teke, Şah Haydar Işin û Emrullah Ertene.
Li Stenbolê operasyonên qirkirina siyasî îro jî dewam kirin. Polîsan li Taxa Yenîbosna a navçeya Bahçelîevlerê bi ser malan de girtin. Nehat zanîn ku kesên hatine binçavkirin hene an na. Her wiha li taxa Emekê ya Sancaktepeyê jî polîsan bi ser malan de girtin.
ERZÎROM
Li navçeya Çat a Erzîromê, polîsên tevgera taybet û jendermeyan danê sibehê avêtin ser taxa Karabeyê. Di serdegirtinê de zarok jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Sûzan Gulefer, Baykan Gulefer, Mûtlû Bîlgîn, Davût Bîlgîn, Kenan Temîz, Gurkan Guleser û D. K. (15), V.G. (14) û C.G. (16) hatin binçavkirin. 9 kesên ji ber parvekirinên xwe yên li tora medya civakî hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Çatê.
MÛŞ
Li navçeya Mûş Gimgimê, leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê avêtin ser gundê Qerqerutê. Di serdegirtina li gelek malan de E.B ê 17 salî hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Leşkerên Tirk di dema serdegirtina malan de heqaret li gel kirin.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Cîhan Demîr û Hamît Yilmaz, Cengîz Gezer danê vê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Dêrikê.