Dundar û Gul hatin berdan
Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar û Nûnerê Enqereyê yê vê rojnameyê Erdem Gul hatin berdan.
Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar û Nûnerê Enqereyê yê vê rojnameyê Erdem Gul hatin berdan.
Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), têkildarî serlêdana Can Dundar û Erdem Gul a bi hinceta binpêkirina mafê wan de, duh bi şev biryar dabû û gotibû 'mafê wan hatiye binpêkirin'.
Ev biryara DDB'ê ji 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hatibû şandin. Heyeta dadgehê ev biryara DDB lêkolîn kir û biryara berdana Dundar û Gul da.
Piştî vê biryarê Dundar û Gul nîvê şevê ji Girtîgeha Sîlîvrî hatin berdan.