Li Rheîne tîma futbolê ya Kurd di tûrnûvayê de bû yekemîn

Li bajarê Elmanya Rheîneyê, di tûrnûvaya futbolê ya ku 21 sal in bi kevneşopî tê lidarxistin de, tîma futbolê ya bi navê Kobanê bû yekemîn.

Li bajarê Elmanya Rheîneyê, di tûrnûvaya futbolê ya ku 21 sal in bi kevneşopî tê lidarxistin de, tîma futbolê ya bi navê Kobanê bû yekemîn.

Tûrnûvaya ku 20 tîm beşdar bûn, ji bo alîkariya bi koçberên hatine Elmanyayê hat lidarxistin. Di tûrnûvayê de tîma futbolê ya beriya 4 mehan di bin sîwana Komeleya Kurd a Demokratîk a Rheîne de ava bû, bi ser ket.

Tevî Şaredarê Rheîne Dr. Peter Luttmann, gelek Kurdistanî jî weke temaşeker li tûrnûvayê amade bûn.

Şaredarê Rheîne xelata yekemîniyê radestî tîma Kobanê kir. Ji rêveberên tîma Kobanê Osman Osmanoglû li vir peyivî û got, "Ji bo cihgirtina di nava vê tûrnûvayê de me berî du mehan serlêdan kirin. Berî mehekê jî me tîm ava kiribûn. Kes ne li bendê bû ku em di vê tûrnûvayê de bi ser bikevin. Lê em ji xwe bawer bûn û em bi ser ketin. Di vê tûrnûvayê de tîmên 40 salî hebûn. Ê me 40 roj ên me temam nebûbû. Em vê kûpayê bi taybetî diyarî YPS a li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke bi heybet nîşan dide, dikin."

...