Bayik got, "Bi feraseta desthilatdariya klasîk re aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn. Em di wê baweriyê de ne ku bi nêzîkatiya emperyalîst kapîtalîst re jî, li herêmê sîstemeke nû nayê avakirin."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji kovara Military Diplomat a li Rûsyayê weşanê dike re axivî.
Kovara ji 112 rûpelan a 3 mehan carekê tê weşandin, di hejmara xwe ya dawî de bi 12 rûpelan cih de nêrînên Bayik.
Hevpeyvîna Bayik a li vê kovara bi Rûsî û Îngilîzî tê weşandin, bi vî rengî ye:
Gelo sedema derketina DAIŞ'ê çi ye? Ferasetekî çawa temsîl dike û çima êrîşî Kurdan dike?
Kokên DAIŞ'ê bi rastî digihêje El Qaîdeya Iraqê. Eger mirov bêje DAIŞ ji hundirê El Qaîdeya Iraqê derketiye, wê rast be. Têkiliyên Tirkiye bi DAIŞ'ê re di dema Iraqê de pêş dikeve. Têkiliyên Tirkiye û El Qaîdeya ku li Iraqê xwe dispêre Sûniyan ti carî qût nebûye. Her wiha têkiliyên Tirkiye bi hin hêzên ku berdewama Baasa Iraqê ne jî çêbûye. Ev têkilî, têkiliyekî ku li ser bingeha mezhebî hatiye avakirin e. Dema Alikarê Serokkomarê Iraqê Haşimî ji Iraqê reviya, ne tesadûf e ku pêşî çû Başûrê Kurdistan û piştre jî xwe spart Tirkiyeyê. Tariq Haşimî him bi El Qaîde, yanî bi rêxistina ku DAIŞ ji nava wê derket ve û him jî bi alîgirên Sedam re têkildar e. Di vê wateyê dema mirov bersiv dide pirsa gelo di pêşketina DAIŞ'ê de kîjan hêz bi bandor e; pêwîst e şertên derketinê û têkiliyên di dema derketine de jî bigire ber çavan. Tariq Haşimî destpêkê li gel KDP'ê ma, piştre jî çû Tirkiyeyê. Di vê wateyê de pêwîst e mirov bêje DAIŞ di destpêkê li ser gengeşiya Sûnî-Şîa de derketiye holê û pêş ketiye. Divê mirov bizanibe ku dewleta Tirk hîn ji destpêkê ve bi DAIŞ'ê re têkildar e.
Dema li Sûriye kaos kûr bû, bandora dewletê kêm bû, ev ji bo DAIŞ'ê qadên nû yên berfirehbûnê derxist holê. Ji xwe têkiliya hin eşîrên li Sûriyeyê hir tim bi eşîrên Sûnî yên li Iraqê hebû. Ji ber ku li Sûriye rejîm di destê Elewiyan bû û li wir di navbera Sûniyan û rejîm her tim nerehetiyek hebû, ev ji bo DAIŞ'ê bû zemînek.
Ji aliyê din him polîtîkayên dewletên herêmê û him jî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Rojhilata Navîn nerazîbûnên gelan afirandiye. Rejîmên heyî ti carî gelan negirtiye ber çavan û wan esas negirtiye. Li ser vê yekê ji ber ku modernîteya kapîtalîst, bi taybet ji hêzên rojavayî ku serkêşiya wî DYA dike rastiya Rojhilata Navîn negirtin ber çavan, li Rojhilata Navîn wekî cihekî ku tenê divê were mêtin, serdestiya leşkerî û siyasî were avakirin lê nêrîn û li ser vê jî têkîlî avakirin, ev di civakê de nerehetiyek da avakirin. Ligel vê pirsgirêkên civakî, çandî, aborî û siyasî jî ji bo derketina rêxistinên wekî DAIŞ'ê bûn bingehek. Ji ber vê sedemê Rêber Apo, DAIŞ'ê wekî rêxistinekî ku ji sergoya polîtîkayên Rojhilata Navîn a pergela emperyalîst kapîtalîst derketiye, pênase dike. Yek ji pênaseya Rêber Apo jî wiha ye, "DAIŞ JÎTEM'a Rojhilata Navîn e." JÎTEM (Jandarma Îstîhbarat Merkezî-Navenda Îstîhbaratê ya Jandarma) li Tirkiyeyê li hemberî gelê Kurd wekî rêxistina şerê qirêj e. Rêxistinekî wekî, li hemberî gelê Kurd, hêzên şoreşger, demokratîk ên Tirk hatiye bikaranîn, di şewitandina gundan û kuştinên kiryar ne diyar de rolên aktîf lîstiye. Rêber Apo di vê çarçoveyê de DAIŞ'ê wekî hêzeke çeteyên faşîst e ku di serî de ji aliyê Tirkiye, hêzên ku dixwazin li Rojhilata Navîn serdest bibin li hemberî gelan tê bi kar anîn.
Ji aliyê din di hêz û mezinbûna DAIŞ'ê de bandora rêxistinên îstîhbarat ên DYA, Îsraîl û Ewropî jî heye. Van dewletan xwestin bi destê DAIŞ'ê ve qeyrana siyasî ya li Sûriye û Iraqê kûr bikin, li ser vê bingehê Iraq û Sûriyeyê perçe bikin, li wir qadên ku dijminên hev in bafirînein û di encamê de him Iraq û Sûriye û him jî Rojhilata Navîn karibin bi hêsanî bi rê ve bibin. DAIŞ ji bo vê wekî amûrekî bi kar anîn û çavên xwe ji pêşketina wî re girtin. Lê belê ev amûra ku dixwestin bi kar bînin, dema dît valahiyek siyasî heye; bi piştgiriya Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Katarê ve li Iraq û Sûriyeyê xwest dewletekî Sûnî ava bike. Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Katar xwestin li ser vê dewleta mezin a Sûnî ve li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn bandor bikin û bigrin bin kontrola xwe. Li hemberî vê hêza ku bi taybet li hemberî sivîlan çalakî dike, serî li çalakiyên dij-mirovî dide, hêzên navneteweyî biryara şer girt û li gorî vê jî kaolîsyonek hate avakirin.
Di rastiya xwe de DAIŞ, nijadperestiya Erep bi rûpoşa Îslamî ve xemilandiye. Bi riya DAIŞ'ê ve tê xwestin ku nijadperestiya Erep û Îslama Sûnî bikin yek û bi vê riyê li Rojhilata Navîn bi bandor bikin. Tirkiye jî li ser vê desthilatdariya Ereb û Sûnî xwest li ser Rojhilata Navîn bi bandor bibe. Tevgerekî bi navê Îhvan-i Muslîm heye. AKP jî perçeyek ji vê tevgerê ye. Wekî li Misirê wê li Sûriyeyê jî desthilatdariya Îhvan-i Muslîm bihata avakirin, Tirkiye jî li ser van desthilatdariyan ve wê li Rojhilata Navîn bi bandor biba. Lê belê Îhvan-i Muslîm li Sûriyeyê pêş neket, Erebîstana Sûidî jî pir piştgirî neda vê. Wê demê Tirkiye, bi Erebîstana Sûidî û Katarê ve dest bi polîtîkaya bikaranîna amûra DAIŞ'ê kirin.
DAIŞ wekî rêxistinekî dijminê Kurdan derketiye holê. Ji ber ku Tirkiye têkiliya xwe ya bi DAIŞ'ê ve hîn di dema El Qaîdeya Iraqê ve wekî li ser dijminantiya Kurdan ve pêş xistiye. Çawa ku Tirkiye, Tevgera Azadiya Kurd ji bo xwe wekî dijmin û asteng dibîne; DAIŞ jî Tevgera Azadiya Kurd li pêşiya xwe wekî yekane asteng û dijmin dibîne. DAIŞ hîn di destpêkê de dît ku ji bilî PKK'ê ti hêz nikare pêşiya wê bigire. DAIŞ bi taybet bi îdeolojiyek ku xwe dispêre umeta Îslamê ve îdeaya ew e gelên Musluman ji bin bandora hêzên derve yên ne Musluman rizgar bike; di vê çarçoveyê de jî bandor li ser ciwanên Ereb, Tirk, Kurd û hemû civakên din ên Îslamî kirin. Xwestin hewayekî wekî enternasyonalîzma û şoreşgeriya Îslamî ava kirin û bi vê ve xwe bi bandor bikin. Lê belê ji ber ku PKK xetekî îdeolojîk a civakparêz; wekî xwe dispêre biratiya gelan, ne mezhebperest, ne nijadperest e, her kes li ser bingeha demokratîk nêzî hev dibin û di nava aştiyê de dijîn, danî holê û pêş xist; li hemberî pêşketina DAIŞ'ê ve bû asteng. DAIŞ jî armancekî ku civakparêziyê bi kar tîne, her çiqas wisa bi nav neke jî wekî sosyalîzma Îslamî, xistiye pêşiya xwe. Erdnîgariya Rojhilata Navîn, erdnîgariyek civakparêz e. Erdnîgariya şaristaniya manewî ye. Di vê wateyê de DAIŞ derfeta îstîsmarkirina van nirxên civakparêz jî bi dest xistiye. Lê belê li hemberî tevgerekî wekî PKK'ê ku xeta demokratîk, civakparêz û azadiya jinê esas digire, dixwaze hemû gel û baweriyan di nava biratiyê de bide jiyîn, DAIŞ lawaziya xwe dît. Dît ku ev xet li hemberî wî xetekî alternatîf e. Nexwe DAIŞ ji bo xwe ne desthilatdariyên heyî, ne emperyalîzm û ne jî hêzeke din asteng nedidît. Hesabê wekî ez dikarim wan bêbandor bikim, kiribû. Lê belê dît ku nikare PKK ya li ser xeta Rêber Apo, bê bandor bike. Ji ber vê yekê dijminantiya Kurd a Tirkiyeyê û DAIŞ'ê, li ser bingeha dijminantiya Tevgera Azadiya Kurd gihaştin hev û li hev kir. DAIŞ bi Tirkiyeyê ve li ser dijminantiya Kurd û PKK'ê li hev kirin, him jî dijminantiyekî êrîşkar a li hemberî Tevgera Azadiya Kurd kirin.
Ji ber ku xeta demokratîk û azadîxwaz a Rêber Apo li Rojhilata Navîn wekî vebijêrkek e, DAIŞ ev qas êrîşî Kurdan dike. Sedema din jî têkiliya bi Tirkiyeya ku dixwaze Kurdan tune bike, ye. DAIŞ li Rojava jî, li Şengal jî û li Başûrê Kurdistanê jî êrîşî Kurdan kiriye. Dewleta Tirk di şexsê DAIŞ'ê de ji bo xwe amûrekî bikaranînê ku dijminekî baş a Kurdan e û wê Kurdan bi temamî ji Rojhilata Navîn bide revandin dît. Bi rastî xwestin li Rojava Kurdan bi temamî mişextî bikin. Eger DAIŞ serketî biba, Kurd li Rojava nediman. Wê DAIŞ wir bikira erdnîgariya Erebên Sûnî. Bi vî rengî jî wê di polîtîkaya dewleta Tirk a Kurd li Rojhilata Navîn rastî komkujiyê bîne de biba amûrekî girîng. Lê belê hesabên wan pêk nehat, Tevgera Azadiya Kurd a li ser xeta Rêber Apo, li Rojava, li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Iraqê de derbeyên giran li DAIŞ'ê dan. Eger îro DAIŞ lawaz bûye û paş de gav avêtiye; sedema vê ew e ku li hemberî Tevgera Azadiyê di qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî de têk çûye. Eger li hemberî Tevgera Azadiyê têk neçûba, îro DAIŞ wê li Iraq û Sûriyeyê serdest bûya.
Mudaxaleya Rûsya li Sûriye tê çi wateyê? Tirkiye û Rûsya li Sûriyeyê siyasetekî çawa dimeşînin û wê encamên van siyasetan çawa be?
Bêguman li Sûriyeyê mudaxeleya Rûsya di hevsengiyên siyasî de guhertinên girîng derxist holê. Lê belê pêwîst e ev rastî jî were dîtin; Hêzên Şoreşger ên Rojava vîna DAIŞ'ê têkşikandin, pêşketina DAIŞ'ê rawestandin, xetereya DAIŞ'ê li ser Sûriyeyê rakirin, ev hemû di hatina Sûriye ya Rûsyayê de bandorên hêsankirinê ne.
Digotin wê rejîm, dewletê li Sûriyeyê di demekî kurt de hilweşe û Baas, an jî hemû aktor û beşên di nava dewleta heyî de bê bandor bibin. Sûriyeyek wisa difikirîn. Lê belê dema Rûsya daket qadê; êdî Sûriyeya nû, rejîma heyî jî di nav de wê li ser lihevkirina derdorên cûda were ava kirin. Ev rewş jî wekî avakirina Sûriyeya nû ku wê piştî merheleya derbasbûnê bi hilbijartinên demokratîk ve were avakirin, tê bi nav kirin. Ji ber vê sedemê êdî hêzên rojavayî jî, heta Tirkiye ya ku herî zêde dijbertiya rejîma Baasê dikir jî vê yekê qebûl kirine; piştî merheleya derbasbûnê ku wê rejîma heyî jî di nava wê de cihê xwe bigire, wê pergalekî nû ya siyasî were avakirin. Ji ber vê sedemê êdî li Cenevreyê alî û hevdîtinên ku rejîm jî di nav de ye pêk tê. Di vê çarçoveyê de; piştî mudaxaleya Rûsya, kesên ku li ser herêmê polîtîka dikirin edî bi temamî rejîma heyî nikarin red bikin, rejîmê wekî aktorekî ku pêwîst e li ser masayê rûne dibînin. Ev hêzana pêwîst e bi nêzikatiyekî wisa ya siyasî ve tevbigerin.
Ev jî rastiyek e ku; li Sûriyeyê bi rejîma kevn, bi polîtîkayên kevn ve mirov nikare berdewam bike, lew re ew ê jî biguhere. Eger rejîma kevn a li Sûriyeyê polîtîkayên xwe ferz bike, ne mimkun e lihevkirinek, konsensusek û Sûriyeya nû derkeve holê. Di vê wateyê de di konsensusa nû de hêzên îro li Suriyeyê desthilatdar in bi temamî wê neyên dûrxistin, di çarçoveya hin rêgez û pîvanan de wê wan bigirin nava pergala nû; lê belê ne mimkun e rejîma kevn wekî berê bi awayekî hegemonîk xwe berdewam bike.
Tirkiye, Sûriyeyê wekî bexçeya xwe ya pişt malê dît. Dema li Sûriyeyê qeyran derket holê, pêşî bi riya Îhvan-i Muslîm, pişt re jî bi riya çeteyan fikirî ku wê li Sûriyeyê bi temamî hakîm bibe û lew re polîtîkayên xwe jî wisa pêş xist. Ev polîtîkaya hakîmbûnê jî li ser dijminantiya Kurdan û fikrê wê Sûriye di demek kurt de bikeve, teşe girtibû. Dema komên wekî Îhvan-i Muslîm bê bandor bûn, vê carê jî xwest polîtîkayên xwe li ser çeteyên wekî DAIŞ'ê bi bandor bike. Lê belê dema koalîsyona navneteweyî li hemberî DAIŞ û El Nûsrayê bertekên tund nîşan dan, vê carê tevî Erebîstana Sûidî û Katarê xwestin muhalefetên (opozisyon) bi navê muhalefetên nerm tên pênasekirin, derxistin pêş. Lê belê piştgirî û hêza civakî ya van hêzên ku wekî muhalefet tên pênasekirin pir lawaz e; hêzên wan ên leşkerî jî bêbandor e. Niha di qadekî girîng de DAIŞ û El Nûsra hakîm e. Kesên ku bi navê muhalefeta nerm tên pênasekirin jî bi piştgiriya Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Katarê encax dikarin li ser piyan bimînin. Bêguman DAIŞ jî, El Nûsra jî bi piştgiriya Tirkiye û dewletên din ve li ser piya man. Lê belê cardin jî rastiyekî wan a îdeolojîk, rêxistinî û civakî hebû. Lê belê rastiyekî wisa a muhalefeta ku niha piştevaniya wê dikin, nîne.
Lê belê Tirkiye dixwaze rêxistinên wisa bide jiyîn û bandor li ser polîtîkaya Sûriye bike. Di vê mijarê de piştgiriya Sûidî û Katarê digire. Lê ji ber ku dijminantiya Kurdan dike, ev polîtîka jî dixitime û pêş nakeve. Di merhaleya heyî de bi redkirina Şoreşa Rojava ve û bi dijminantiya Kurdan ve kes nikare di siyaseta Sûriyeyê de bi bandor be. Ew nirxandinên wekî wê Tirkiye bike Rojava, li wir wê Şoreşa Rojava biperçiqîne, piştgiriya çeteyan bike, wan bi hêz bike û bi vî rengî jî wê li wir xwe bi hêz bike; nirxandinên vala ne û ti rastiya wan nîne.
Tirkiye têkiliyên xwe yên bi koalîsyonê, DYA û Ewropayê bi awayekî durû û zextker bi kar tîne, di encama vê de jî dixwaze bi fênekî xwe bi bandor bike. Dixwaze li ser DYA û hêzên din zextan bike, bi kar bîne û bi vî awayî PYD'ê bêbandor bike. Lê belê ev polîtîka jî polîtîkayekî vala û bêkêr e. Ne mimkun e Tirkiye bi vê polîtîkayê zêde encamekî bigire. Ji aliyê din Tirkiye hevsengiyên ku piştî hatina Rûsyayê guherîn jî, nabîne. Di vê çarçoveyê de di nava nêzikatiyekî pir xeyalî, subjektîf, li gorî xwe de ye. Dixwest herêmên tampon û ji balafiran hatiye qedexekirin, bafirînee. Lê belê piştî Rûsya hat Sûriyeyê, ne mimkun e hewldanên wekî avakirina herêmên tampon û herêmên ji balafiran hatiye qedexekirin, encam bide. Ji ber ku di rewşa heyî de tiştê em dibînin, an jî difikirin ku DYA û Rûsya di mijara bê ku werin pêşberî hev, Sûriyeyek nû bafirînein di nava danûstendinekî de ne. Lê belê Tirkiye hîn bi mantiqa şerê sar tevdigere. Dibêje qey têkiliya DYA û Ewropa bi Rûsya wekî dema şerê sar e! Ji ber vê yekê her tim dixwaze NATO, DYA û Ewropayê bi Rûsyayê re bîne dijî hev. Di nava nêzikatiyekî wisa seranser, sivik, rewşa siyasî ya cîhanê nabîne, bi refleksên polîtîk a demên şerê sar tevdigere de ye. Ji ber ku mîhvera (eksen) siyasî ya dema şerê sar, li ser dijbertiyê pêş diket. Niha li pêşiya me rastiya Tirkiyeyek ku dixwaze dijbertiyê ava bike û polîtîkayên xwe jî li gorî wê pêş dixe, heye. Bêguman dibe ku di navbera Rûsya û DYA, Rûsya û Ewropayê de hin nakokî hebin, lê belê ev nakokî ne nakokiyên wekî dema şerê sar in. Lê belê Tirkiye vê rastiyê nabîne, li gorî dema şerê sar polîtîkayek dimeşîne û dixwaze di vê çarçoveyê de jî encam bi dest bixe. Lê dema ji vê polîtîkayan encam negirt, hêvî û xeyalên wan têkşikest.
Tirkiye bi van nêzîkatî û tarza xwe ya polîtîk ve nikare li Sûriyeya ku pêwîst e li ser lihevkirinekî ve were avakirin, rol bilîze. Di çareserkirina pirsgirêkên Sûriye ya li ser bingeha diyalog û lihevkirinê de, bandor û rola Tirkiye nabe. Ji ber vê yekê şer û gengeşiyan diafrîne. Dixwaze ji nava pêvçûn û gengeşiyan ji bo xwe destkeftiyên polîtîk bi dest bixe. Pêwîst e polîtîkayên Tirkiye ku niha li Sûriyeyê dimeşîne di vê çarçoveyê de were dîtin.
Li Sûriyeyê mudaxaleya Rûsya û polîtîkayên li wir meşand bandorek çêkir. Eger Rûsya di merhaleya heyî de wekî nêzikatî; avakirina Sûriyeya nû bi konsensusekî ku bi taybet Kurdan jî bigire nava xwe, tevbigere, bêguman wê Rûsya li Sûriyeyê bi bandor bibe. Ji xwe mudaxaleya Rûsya ji niha ve hin encam derxistine holê. Bêguman wê Tirkiye bixwaze polîtîkayên Rûsyayê vala derxîne. Lê belê eger Rûsya hêza leşkerî û siyasî ya Şoreşa Rojava bibîne û li gorî wê tevbigere, wê polîtîkayên Tirkiye yên ji bo bêbandorkirina Rûsyayê jî vala derkevin. Ji bo vê yekê ye ku Tirkiye di demên dawî de PYD û YPG'ê wekî polîtîkayên Rûsyayê dişopîne û amûrekî bi pere yên Rûsyayê ne, tawanbar dike. Ev jî diyar dike ku li hemberî polîtîkayên Tirkiyeyê astengê herî bingehîn Şoreşgerên Rojava ne.
Pêwîst e mirov qêrîn û giliyên Tirkiyeyê pir negire ber çavan, guh nede wan. Tirkiye difikire ku wê rewşa xwe ya siyasî û stratejîk baş bi kar bîne û li ser vê bingehê jî encam bigire. Ev jî xeletiyekî ku encama fikirandina li gorî dema şerê sar e. Bi mantiqa dema şerê sar nêz dibe, ji ber vê yekê ev qas dengê xwe bilind dike û qêrîn dike, bi vê ve dixwaze encam bigire. Di vê mijarê de ti hêza desthilatdariya AKP'ê nîne. Eger helwestekî rast esas were girtin, wê polîtîkayên dewleta Tirk ên wekî li hundir şer û pêvçun, li derve şer û pêvçûn vala were derxistin.
Rûsya bi rejîm re kar dike, em vê fêm dikin. Lê belê bi taybet yên Kurdan, heta mafên nasnameyên cûda neyên nasîn, Sûriyeyek demokratîk a tê de demokrasiya herêmî pêş dikeve neyê afirandin, ne mumkun e ku Sûriye bigihêje aramiyek. Di vê wateyê de dema Rûsya bi rejîmê re di nava têkiliyê de ye, eger bi perspektîf û vizyonekî Sûriyeyek wisa ve nêz nebe, wê xwe bi xwe vala derxîne. Rûsya ji bo bandora wî vala dernekeve, pêwîst e polîtîkayekî Sûriyeya demokratîk a di hundirê wê de Federasyona Bakurê Sûriye heye ku jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd jî dihewîne, esas bigire û bişopîne. Nêzikatiyek wisa wê avakirana Sûriyeya nû jî hêsan bike. Ev nebe, wê bê polîtîka bimîne, polîtîkayên wî bixitime. Ji bo polîtîkayên wî nexitime, pêwîst e Rûsya têkiliyên xwe yên li Sûriyeyê ne tenê li ser bingeha piştgiriya leşkerî, her wiha li ser bingeha gelo wê Sûriyeya nû çawa teşe bigire jî, bimeşîne. Yanî vîzyonekî wî ya siyasî, nêzikatiyekî wî ya çareseriya siyasî jî divê hebe. Ev jî encax wekî me got, bi hedefa Sûriyeya demokratîk a di serî de Bakurê Sûriye û Kurd, mafê demokratîk a hemû civakan tê nasîn ve dikare pêk were.
Di serî de li Iraqê têkoşîna di navbera blokên Sûnî-Şîa gelo li ser kîjan bingehê de dimeşe?
Eksenê esasî ya blokbûna Sûnî-Şîa di nava dîrokê de Tirkiye û Îran e. Pişt re Erebîstana Sûidî jî kete nava vê blokbûnê. Eger îro Rojhilata Navîn ji bo blokên Sûnî û Şîa bûne qada têkoşînekî siyasî; pêwîst e em di vê mijarê de polîtîkayên Tirkiye û Îranê jî bibînin. Bi taybet jî piştî AKP hate ser desthilatdariyê li Rojhilata Navîn wekî parêzgerê Sûniyan tevgeriya. Xwest li ser kevneşopiya Osmanî rolekî wisa zindî bike û bilîze. Îro jî desthilatdariya AKP'ê di nava nêzikatiyeke wisa de ye. Ji aliyekî ve Îran li ser mezhebtiya Şîa dixwaze li Rojhilata Navîn bi bandor bibe, ji aliyê din jî niha Tirkiye ketiye nava hesabên bi vî rengî. Komara Tirkiye 80-90 sal bi riya desthilatdarên di bin bandora Kemalîzmê de hewl da xwe ji vê blokbûn û dijbertiya Sûnî-Şîa dûr bihêle. Lê belê piştî AKP'ê, rejîma siyasî ya Tirkiye, Îslama siyasî girt nava xwe. AKP û burokrasiya sîvîl-leşkerî di girtina Îslama siyasî ya nava pergalê de li hev kirin. Lew re di encama vê lihevkirinê de Abdûllah Gul ku hevsera wî serê xwe bi turbanê ve dinixûmîne, di sala 2007'an bû serokomar.
Em wekî Tevger, blok û dijbertiya Sûnî-Şîa ji bo Rojhilata Navîn pir xetere dibînin. Di rewşa heyî de Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Îran him ji bo tepisandina muhalîfên xwe û him jî ji bo tepisandina dînamîkên demokratîk û azadîxwaz ên li Rojhilata Navîn, pêvçûna mezhebî wekî tarzekî têkoşîna siyasî bi kar tînin û dimeşînin. Ji ber ku mezhebtî, pêvçûnên mezhebî çav kor in. Li cihên ku pêvçûnên mezhebî hebe, li wir fikrên demokratîk, azadîxwaz nayên bihîstin û dîtin, esas nayên girtin, bes tên perçiqandin. Liv û tevgerên civakî û rewşa rûhî ya ji aliyê şovenîzma mezhebî tên afirandin, li pêşiya xwe ti fikr û nêzikatiyên demokratîk û pêşverû nas nake, wê wan biperçiqîne û tune bike. Ji ber vê yekê em mezhebtiyê wekî xetereyeke pir mezin a li Rojhilata Navîn wê fikrên azadî û demokratîk tune bike, dibînin. Wekî dijbertî û dijminantiyê dinirxînin. Her wiha em bawer dikin ku ji aliyê dijminên demokrasî û azadiyê ve bi zanebûn ev mezhebtî tê sorkirin.
Nexwe li Tirkiyeyê AKP'ê dibêje em hikumetekî neteweyî ne, pêwîst e muhalefet jî neteweyî be û bi vê yekê dixwaze hemû kesan bike dûvikê polîtîkayên xwe. Îran jî di nava dijbertiya Siî-Sûnî de muhalefeta hundirîn bêdeng dike û dixwaze di vê pêvçûna Şîa-Sûnî de hemû kesan li derdora desthilatdariya xwe de kom bike. Lew re dînamîkên demokratîk, azadîxwaz, dînamîkên pêşverû yên pêş dikevin bi vî awayî di nava tundiya pêvçûna Şîa-Sûnî de diperçiqe û têk diçe. Ji ber vê yekê mezhebtî ji bo gelan tiştekî pir xeternak e. Bê şik û guman, ji sedî sed em dijberî blokbûn û dijbertiya Sûnî-Şîa ne. Em naxwazin Kurd bikevin nava blokbûnekî wisa.
Tirkiye dixwaze hin partî û aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bikişîne nava blokbûn û dijbertiyek wisa. Em vê xeternak dibînin û li hemberî wê derdikevin. Gengeşî û dijbertiya Sûnî-Şîa, li ser Iraqê hîn dijwar e. Li vir jî pêwîst e bandora Îran, Tirkiye û Erebîstana Sûidî were dîtin. Di dijbertiya Sûnî-Şîa de Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Katar li gel hev tevdigerin û hewl didin hêzên Başûrê Kurdistanê jî, ji xwe re bikin şirîk. Di vê çarçoveyê de li Iraqê pêvçûna Sûnî-Şîa zindî digirin. Ev jî rastiyek e; li Iraqê her tim di dîrokê de hêzên Sûnî bi bandor bûye, rûxmî ku hejmara Şiiyan zêde be jî, bê bandor mane. Sûniyan di bin bandora vê kevneşopiyê de li Iraqê li ber xwe didin. Dixwazin bandora xwe ya dîrokî ji nû ve zindî bikin. Di vê mijarê de Tirkiye û Erebîstana Sûidî piştgirî dide. Tiştê rast ew e ku pêwîst e mirov li Iraqê vê pêvçûna mezhebî qebûl neke û li dijî wê derkeve. Pêwîst e desthilatdariya heyî ya Iraqê xeletiyên desthilatdariya berê ya Sûnî neke û xwe nexe wê rewşê. Pêwîst e mafê Sûniyan nas bike û polîtîkayek wisa bimeşîne ku bila Sûnî wekî xwe ji pergalê hatine dûrxistin hîs nekin û nebînin.
Li Iraqê hêzek li ser hêzeke din serdestî bike ne rast e. Li şûna vê nêzikatiyê ji bo di welatekî hevpar de jiyanekî bi hev re pêwîst e pergalekî civakî û nêzikatiyekî siyasî ya di çarçoveya zagon û makezagonê û rêgezên demokratîk de were pêş xistin û esas girtin. Em xweseriyê, wekî polîtîkayên ku demokrasiya xwecihî pêş dixe, tenê ne ji bo Iraqê, ji bo hemû herêmê girîng dibînin. Lê belê van polîtîkayan wekî ne di çarçoveya feraseta perçe bike û bi rê ve bibe, an jî ne bi nêzikatiyekî siyasî ku ji bo hêzên navneteweyî karibin polîtîka bikin, qadên dijberî hev bafirînee û bike dijminên hev; li şûna van hemûyan em difikirin û bawer dikin ku ev polîtîka encax li Iraqekî ku bi riya demokrasiya xwecihî yekitiya xwe ava kiriye ve, dikare encam bigire. Em bawerin ku Şîa, Sûnî û Kurd li Iraqê dikarin di nava demokrasiyê de bi hev re jiyan bikin. Demokrasî bi gelan re hîn zêde dide qezenckirin. Wekî li her derê em bawerin li Iraqê jî ne feraseta dewletî, lê belê demokrasiyekî ku bi rastî jî pêşketiye, dikare him ji bo Kurdan, him ji bo Sûniyan û him jî, ji bo Şiiyan destkeftiyên mezintir bafirînee. Wekî li Tirkiye û Sûriyeyê, li Iraqê jî çareseriya pirsgirêkan di pêşketina demokrasiyê de dibînin. Em bawer dikin ku bi demokratîkbûnekî ku demokrasiyên xwecihî pêş ketye û her cûdahî dikare xwe îfade bike ve, mirov dikare hemû cûdahiyan, nakokiyan û pêvçûnan veguherîne bingeha yekitiya demokratîk.
Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Katar, şerên mezhebî yên li Iraqê sor dikin. Bêguman Îran jî li gel desthilatdariya Şîa de disekine. Tirkiye, Erebîstana Sûidî û hin derdorên din dixwazin bi operasyonekî li hemberî Misûlê ve qaşo DAIŞ ji Misûlê derxînin û Misûl radestî hêzên ku ji aliyê zîhniyetê ve ji DAIŞ'ê ne cûda û dûr in, nezî Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Katarê ne bikin. Ji xwe bi heman awayî Misûl radestî DAIŞ'ê kiribûn. Niha lîstikekî bi vî rengî li Iraqê tê meşandin.
Hûn polîtîkayên Kurd û Rojhilata Navîn ên Rûsya û Amerîkayê çawa dinirxînin?
Bêguman di dema sosyalîzma pêkhatî de li Rojhilata Navîn bandorekî Rûsyayê hebû. Her wiha bandora Amerîkayê jî hebû, di navbera her du hêzan de têkoşînek didomiya. Piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, di rewşa aloziya li Rûsyayê de valahiyên ji ber Rûsyayê derket holê, hewl dan bi du şêwazan ve tijî bikin. Ya yekemîn, derdorên wekî El Kaidê xwestin vê valahiyê tijî bikin. Ji aliyê din DYA bi şerê bendavê ve mudaxale kir, xwest xwe bi bandor bike û pergalekî nû ya Rohilata Navîn ava bike. Polîtîkaya Rojhilata Navîn a Amerîka; piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî, bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ve xwe li Rojhilata Navîn hakîm bike, bû. Şerên yekemîn û duyemîn ên bendavê ji ber vê pêk hatin. Iraq ji bo vê hate dagirkirin. Wê li ser bingeha dagirkirina Iraqê ve Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikirana. Lê belê ev pêk nehat. Ji ber ku li gorî pêwîstiyên civakî, siyasî û dîrokî yên Rojhilata Navîn nikaribûn polîtîkayek bafirînein. Her wiha dema xwestin li gorî berjewendiyên xwe û li ser hevkar û nokerên xwe yên herêmê Rojhilata Navîn a nû bafirînein, ev jî encam neda. Pêwîst e ev rastî were dîtin.
Em dikarin vê bêjin; li Rojhilata Navîn tenê rejîma heyî ya Sûriye, Iraq, Misir, ev an jî ew rejîm têk neçûye; rastî kaos û qeyrana siyasî nehatine; di esasê xwe de li Rojhilata Navîn qeyrana pergala dewletperest a 5 hezar salan tê jiyankirin. Her wiha bi taybet Ewropa û pişt re jî DYA, qeyranên ku di encama mudaxaleyên modernîteya kapîtalîst a 200-300 sal in li ser herêmê dikin derketine holê, tên jiyankirin. Yanî pêwîst e wekî qeyrana dewletek an jî rêvebiriya welatek tenê neyê dîtin. Qeyran kûr e. Ji ber vê yekê jî heta ku çareserî bi awayekî kûr neyê pêşxistin, nikare pêk were. Lê belê polîtîkayên Amerîka yên li ser Rojhilata Navîn, vê rastiyê nabîne. Dixwaze li gorî berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn dîzayn bike.
Di polîtîkaya Kurd de jî DYA dixwaze Kurdên noker ên girêdayî xwe hakîm bike. Ji xwe yek ji armancên komploya di sala 1999'an de li hemberê Rêber Apo hate pêşxistin, ev bû. Dixwestin PKK'ê ya ku bi hêz bûye, tasfiye bikin, bê bandor bihêlin; li şûna wî jî pêşiya rêxistinên wekî KDP, YNK û hwd. vekin. Em dibînin hîn jî DYA di nava nêzikatiyekî polîtîk a wisa de ye. Dixwaze bi riya Kurdên noker ên girêdayî xwe, di polîtîkaya Rojhilata Navîn de cihekî girîng bigire. Lê belê di vê mijarê de xitimandinek jiyan dike. Ji ber ku hêza herî sereke ya dijminantiya Kurdan dike Tirkiye ya ku mutefîkê DYA'yê ye. Tirkiye Kurdan înkar dike, ti carî naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn mafên xwe bi dest bixin. Li Rojhilata Navîn hevsengiyên sedsala 20'emîn hilweşiyane, hevsengiyên nû tên avakirin; ji bo ku naxwaze Kurd di nava van hevsengiyên nû de cih bigire, dijminantiya Kurdan dike. Amerîka dixwaze Tirkiyeyek wisa li Rojhilata Navîn bi kar bîne. Ji ber vê jî Amerîka, polîtîkayên şer ên Tirkiye li hemberî Tevgera me ya Azadî dimeşîne, carnan ji nedîtî ve tê, carnan erê dike û carnan jî bi awayekî eşkere piştgirî dide. Em niha polîtîkayên DYA ên li hemberî Kurdan wisa dibînin. Her çiqas li Rojava li hemberî YPG û PYD hin nêzîkatiyên nerm nîşan bide jî, ji ber têkiliyên bi Tirkiye re ev nabe nêzikatiyekî demdirêj û hevgirtî. Ji ber vê sedemê di mijara gelo wê di avakirina Sûriyeya nû cihê Kurdan çi be de helwestê DYA'yê ne zelal e. Di vê wateyê de mirov dikare bêje ku; wekî di polîtîkaya Rojhilata Navîn de DYA di polîtîkaya li hemberî Kurdan de jî pir berjewendîperest, pragmatîk û bi taybet jî di çarçoveya têkiliyên bi Tirkiyeyê de polîtîkayek ne hevgirtî dişopîne.
Rûsya di dema Yekitiya Sovyetan de jî bi riya hin dewletan dixwest di polîtîkaya Rojhilata Navîn de bi bandor bibe. Lê belê di 20 salên dawî de li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn bandora wî sînordar bûye. Niha hêdî hêdî eleqeya wî ya bi Rojhilata Navîn zêde dibe. Bêguman Ewropa têkildar dibe, Amerîka têkildar dibe, Çîn têkildar dibe, hemû kes têkildar dibe; di vê wateyê de têkildarbûna Rûsya bi Rojhilata Navîn ne şaş e. Tirkiye dibêje çi karê Rûsya li Rojhilata Navîn heye? Cih û karê her kesî li Rojhilata Navîn dibe, lê belê wan rexne nake, tenê Rûsya rexne dike. Di vê çarçoveyê de bêguman li Rojhilata Navîn xebatekî siyasî ya Rûsya wê hebe. Eger polîtîkayên rast bişopîne, jo bo gelan wê feydeya têkilbûna wî ya bi Rojhilata Navîn re hebe. Li şûna tenê hêzeke mezin li Rojhilata Navîn hakim bibe, gelek hêzên cûda li Rojhilata Navîn bi riya lihevkirinan ve pirsgirêkan çareser bikin, ev ne şaş e. Bêguman em naxwazin Rojhilata Navîn bibe qada pêvçûnên berjewendiyan. Em naxwazin her kes li gorî berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn hakîm bibe û gelan jî bike perçeyek ji vê pêvçûnê. Lê belê rastiyek jî heye; gelek hêzen navneteweyî dixwazin li Rojhilata Navîn bi bandor bibin, polîtîka dimeşînin; wê demê em li bendê ne ku ev polîtîkayên tên meşandin berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn esas bigire, bi nêzikatî û lihevkirinekî hîn demokratîk û azadîxwaz piştgirî bide çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn. Em dikarin vê him ji bo Rûsya, him ji bo DYA û him jî ji bo Ewropayê bînin ziman. Mînak me bi gelek caran ji Amerîkayê re got; we di komploya navneteweyî de cih girt, we Rêbertiya me dîl girt, we tiştekî şaş kir, neheqî kir. Niha wextê wê ye ku hûn ev şaşitiya xwe rast bikin. Em dibêjin bi şopandina polîtîkayên rast ve pêwist e polîtîkayên şaş werin sererastkirin.
Rûsya ji DYA û ji Ewropayê jî hîn nêzî Rojhilata Navîn e. Li cihekî ku Tirkiye ev qas bi Rojhilata Navîn têkildar dibe de têkilbûna Rûsyayê jî tê fêmkirin. Ji ber ku Tirkiye bi nêzikatiyekî hegemonîk li Balkan, Kafkas û Asyaya Navîn, li gorî xwe polîtîkayekî ji bo Rûsya sînordar bike û xwe bi bandor bike dimeşîne. Li hemberî van polîtîkayên Tirkiyeyê, eger Rûsya jî ji bo li Rojhilata Navîn polîtîkayên li dijî xwe sînordar bike û hevsengiyek ava bike, ev tiştekî normal e û tê fêmkirin.
Di dema sosyalîzma pêkhatî de jî şaşitî di polîtîkaya Kurd a Rûsyayê de hebûn. Rûsyaya Sovyet li gelek cihên cîhanê piştgirî dida gel û civakên bindest, hêz dida têkoşînên azadî û demokrasiyê, lê li Rojhilata Navîn pir guh neda van tiştan û esas negirt. Bi taybet jî di nava tundiya dema şerê sar de eleqeya pêwîst nîşanî têkoşîna azadiya gelê Kurd neda. Dewletan pir zêde esas girt. Lew re di dema sosyalîzma pêkhatî de polîtîkaya ku Yekitiya Sovyetan di çarçoveya hin rêgezan de dişopand pir zêde li Rojhilata Navîn pêş neket û nehate meşandin. Di pêvajoya heyî de Rûsya dikare di mijara Kurdên ku li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye mafên wan tê înkar kirin û bindest in de polîtîkayek demokratîk û azadîxwaz bişopîne. Dîroka Rûsyayê ji bo vê derfetên guncaw pêşkeş dike. Rûsya, bi taybet di tevahiya dîroka Yekitiya Sovyetan de ji bo azadiya gelan rolên pir pozîtîf lîstiye. Dikare niha jî bilîze. Di merhaleya heyî de bi rastî jî em ne li Tirkiye, ne li Rojava, ne li Îran û ne jî li Iraq di nava nêzikatiyekî wekî em dixwazin veqetin, dewletekî cûda bibin de nînin. Îdeolojî, felsefe û paradîgmaya me wisa ye. Em bawer dikin ku bi demokratîkbûnê ve wê Kurd hîn zêdetir qezenc bikin. Di vê wateyê de demokratîkbûna Rojhilata Navîn wê bi hemû kesan ve bide qezenckirin. Em bawer dikin ku demokratîkbûna Rojhilata Navîn wê bi Rûsyayê jî, bi Ewropa û DYA'yê jî, bi hemû mirovahiyê jî bide qezenckirin. Pirsgirêkên giran ên li Rojhilata Navîn tên jiyankirin, encax li ser bingeha demokrasî û azadiyan ve dikare werin çareserkirin. Ji ber vê yekê li gorî me; polîtîkayên Rojhilata Navîn û polîtîkayên Kurd ên DYA, Rûsya û Ewropa pêwîst e li ser bingeha demokratîkbûnê ve çareseriya pirsgirêkan esas bigire û li ser vê bingehê pêş bikeve.
Ji xwe em ti carî bi mantiqê şerê sar ve li pirsgirêkan ve nanêrin. Dibe ku di navbera hin dewlet û welatan de nakokiyên berjewendiyan hebe, lê belê li gorî nêrîna me, eger li gorî dema şerê sar ev nakokî werin destgirtin wê şaş be. Lew re em di polîtîkayên xwe de, di nava nêzikatiyekî wekî teqez divê em li gel vî aliyê bin, an jî di aliyê din de cih bigirin, nînin. Li gorî me ev nêzîkatî di demên borî de mane. Em dixwazin bi hemû kesên xwedî nêzikatiyekî rast in, di nava têkiliyê de bin. Li gorî nêrîna me Rûsya jî di vê çarçoveyê de dikare him bi me re û him jî bi hemû Kurdan re têkilî pêş bixîne. Em alîgirê pêşxistina têkiliyên bi Rûsyayê re ne. Em dixwazin Rûsya bi Kurdan re têkildar û eleqedar bibe. Em dixwazin hemû mirovahî û hêzên demokrasî bi pirsgirêkên demokratîkbûna Rojhilata Navîn re eleqedar bin. Em di nava nêzikatiyekî wekî em bi vê dewletê re têkildar bin, li dijî dewletekî din bin de nînin. Di çarçoveya polîtîkayên rast de em dikarin bi hemû kesên ku rast nêzî me dibin re têkilî ava bikin.
Lê belê em dikarin bêjin ku Rûsya jî heta demek nêz, ji ber têkiliyên bi Tirkiye û dewletên din, bi Kurdan re têkiliyên pêwîst ava nekiribû. Mînak beriya demekî hevalên me girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Ev ne polîtîkayên rast bûn. Polîtîkayên dilxweşkirina Tirkiyeyê bûn. Pêwîst e ev werin derbaskirin û em bawerin her ku biçe wê têkiliyên me bi Rûsyayê re pêş bikeve. Em bawerin li ser bingeha hev fêmkirinê, wê têkiliyên Kurd û Rûsyayê li ser bingehekî sexlem pêş bikeve.
Hûn pêvajoya li Cenevreyê çawa dinirxînin? Gelo çareseriya li Sûriyê dikare li ser kîjan bingehan ve pêk were?
Cenevre-3 dest pê kir, lê encamek derneket. Di vê mijarê de em dikarin bi hêsanî vê bêjin ku, Cenevre-3 li ser bingehên lawaz hate avakirin. Ji ber ku kesên ji wan re muhalîf tên gotin, ji xwe lawaz in. Bingehekî wan a civakî û leşkerî nîne. Piranî bi piştgiriya Tirkiye û Erebîstana Sûidî xwe li ser piyan dihêlin. Rejîma Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî de hîn wekî rejîmekî fermî tê nasîn. Di hiqûqa navneteweyî de hêza fermî û rewa; desthilatdariya heyî ye. Lê belê di qada polîtîk, di qada navneteweyî, li ber çavên gelên xwe û ji gelek aliyan ve rewabûn û bandora wî lawaz bûye. Ji ber vê sedemê hîn ji destpêkê ve Cenevre lawaz bû. Eger Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ku di hundirê wê de Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û Çeçen hebûn li ber çavan bihata girtin, wê him bandor û him jî îtîbara Cenevre-3 zêdetir biba. Wê Meclîsa Sûriyeya Demokratik hêz bidaya Cenevre-3. Kesên ku dixwazin li Cenevreyê çareserî pêş bikeve, pêwîst e bixwestina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk beşdarî Cenevre-3 bibe. Kesên dixwazin çareserî pêş nekeve, tenê axaftin hebe, kesên ji bo wekî dijberê çareseriyê xwe nîşan nedin beşdarî Cenevreyê dibin, lê di rastî de çareseriyê naxwazin; ne mimkun e qîmeta beşdarbûna Kurdan, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, fêm bikin û bizanibin. Lew re hemû hêzên çareseriyê dixwazin-ku em bawerin Rûsya, DYA û Ewropa li ser bingehekî ve dixwazin li Sûriyeyê çareseriyek pêş bikeve- wê demê pêwist e di Cenevre-3 de nebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji nû ve li ber çavan derbas bikin.
Li Sûriye çareserî encax dikare li ser bingehên demokratîk ve pêk were. Li ser bingeha qebûlkirina rêgezên demokratîk ve pêk were. Ji bo vê pêwîst e demokrasiya xwecihî hebe. Ji ber ku di roja me ya îro ti dewlet û desthilatdarî bê demokrasiya xwecihî nikarin rewabûna xwe û yekitiya civakî pêk bîne. Rûsya federasyonek e, xweseriya gelek herêman heye, li Ewropayê jî hema hema xweseriya hemû welat û civakên cûda hene. Pergala welatên Ewropî li hinekan de eyalet e, li hinekan de federal û hinekan de jî xweserî ye. Rojhilata Navîn jî dişibe Balkanan. Ji ber ku li Balkanan demokrasiya xwecihî tune bû, perçebûn û veqetandin pêş ket. Lew re pêwîst e nêzikatiyekî demokratîk ku li Sûriyeyê wê perçebûn û veqetandinê asteng bike, yekitiyê xut bike, hebe. Em jê re dibêjin demokrasiya xwecihî, demokratîkbûn û xeta demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê. Em azadiya jinê jî pir girîng dibînin. Heta ku azadiya jinê nebe ne di wateya rast de azadî dibe û ne jî demokratîkbûn dibe. Her wiha em ekolojiyê jî girîng dibînin.
Pêwîst e li Sûriye û hemû Rojhilata Navîn feraseta desthilatdariya navendîperest a despotîk were têkşikandin. Li Sûriyeyê jî Elewî hene; pêwîst e jiyana demokratîk û azad a civaka Elewiyan jî; jiyana demokratîk û azad a civaka Kurd jî mîsoger be. Li Tirkiyeyê niha desthilatdariyek wekî AKP'ê heye; bi gotina ez xwedî hejmarekî zêde me, lew re pêwîst e hemû kes bi gotina min bikin û bi vî rengî li ser civakan despotîzmê dike. Dibe ku li Sûriyeyê jî Sûnî wekî desthilatdariya AKP'ê bêjin hejmara me zêde ye û li ser Kurdan, li ser Elewiyan despotîzmê ava bikin. Dikarin bêjin hilbijartineke demokratîk pêk hat û min rêjeya herî zêde bi dest xist, hatim ser desthilatdariyê, lew re ez polîtîkayek çawa bixwazim ez e bişopînim. Pêwîst e feraseta demokrasiyek wisa pêk neyê. Ji bo vê yekê pêwîst e pergalekî ku piranî li ser kêmaniyan, li ser civakên cûda yên etnîkî û olî nikaribe otorîte û hegemonya ava bike, jiyana demokratîk û azad a hemû cudahiyan mîsoger bike, yanî demokrasiya xwecihî were avakirin.
Bêguman em alîgir in ku li Sûriye çareseriyekî ku hêzên navneteweyî jî di nava lihevkirinê de bin, hebe. Pêwîst e Sûriyeya nû nebe perçeyek dijbertiyê. Di vê wateyê de Şoreşa Rojava geşedanên li Bakurê Sûriyeyê girîng in. Li Sûriyeyê çavkaniya aramiyê; Rojava ye. Heta ku Tirkiye û Erebîstana Sûidî DAIŞ û komên din ên noker nede êrîşkirin, li Bakurê Sûriyeyê hemû gel li ser bingeha demokratîk û azad de bi aramî jiyan dikin. Tirkiye dibêje em herêma tampon ava bikin. Pêwîstî bi vê nîne. Lew re Tirkiye herêma tampon ne ji bo aramî û aştiyê, ji bo Sûriyeyê tevlihev bike bi kar tîne û dixwaze. Eger Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li Cerablûsê, li wan herêman hakîm bibe, ji xwe wê ji bo gelan derfeta jiyana azad û demokratîk ava bibe. Niha bi sed hezaran Ereb koçî Rojava û Bakurê Sûriyeyê, yanî herêmên Kurdan bûye. Hema hema bi qasî Kurdan nifusa Ereban heye û bê bipirsgirêk Ereb li van qadan jiyan dikin. Di vê çarçoveyê de taybetmendiyê demokratîkbûnê, rêgez û pîvanên Şoreşa Rojava pir girîng in. Eger Federasyona Bakurê Suriyeyê ku di navenda wê de Şoreşa Rojava heye, bibe yek ji bingehên Suriyeya demokratîk a nû wê Sûriyeyek demokratîk a nû ku dikare hemû pirsgirêkên xwe çareser bike, derkeve holê.
Hûn rewş û siyaseta Tirkiyeyê çawa dinirxînin?Armancên we yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çi ye?
Em siyaseta desthilatdariya heyî ya AKP'ê him ji bo Tirkiye, him ji bo Rojhilata Navîn û him jî ji bo hemû gelên cihanê pir xeternak dibînin. Em dikarin vê bi awayekî hêsan bêjin; kesên ku li Sûriyeyê koçberiyê teşwîq dike Tirkiye ye. Tirkiye bi sed hezaran mirovan kişand nava Tirkiyeyê, wan wekî enstruman bi kar anî û bi vî awayî xwest di siyaseta Sûriyeyê de bi kar bîne. Li ser van mirovên Suriyeyê polîtîkiya kontrolkirina DAIŞ'ê, El Nûsra û Ahrar El Şam bimeşîne û li ser van rêxistinan jî xwest polîtîkiya kontrolkirina Sûriyeyê bişopîne. Lew re acizbûna Tirkiyeyê ji koçkirinê ne rast e, derew e û demagojiyek e. Rast e, hin kesên ku xwestine di nava şer de koç bikin hebû, lê belê berpirsê zêdebûna koçberan dewleta Tirk e. Nexwe qet nebe nêviyê kesên koç kirine dikaribûn koç nekiribana. Tirkiye koçberiyê teşwîq kiriye, ew bixwe wan kişandiye Tirkiyeyê. Bi vî awayî li ser polîtîkiya Sûriyeyê de bi bandor bûye. Lê belê dema şer dirêj bû û polîtîkaya wî bê bandor ma, vê carî jî koçberan li hemberî Ewropa û cîhanê wekî amûrê şantajê (gef xwarinê) bi kar anî û bi vî awayî xwest di polîtîkaya Sûriyeyê de cih bigire.
Tirkiye niha bi rastî jî di rewşa şantajvanekî adî ye. Siyaseta xwe li ser şantajê ava kiriye. Mixabin DYA û Ewropa li hemberî van şantajên Tirkiyeyê serê xwe ditewînin, esas digirin. Tirkiye dibêje min ev qas mîlyar pere ji bo koçberan xerc kiriye, lê derewan dike. Dibe ku Tirkiye ji bo koçberan 5 kuruş pere jî xerc nekiribe. Dibe ku xerc kiribe, lê wan wekî hêza kar a erzan bi kar aniye û zêdetirî wan pereyên xerc kiriye ji wan qezenc kiriye. Hemû dewlemendiya koçberan bi xwe re anîbû li Tirkiyeyê hatiye xerckirin. Niha li Tirkiye, kesên ji Sûriye koç kirine wekî koleyên erzan tên bikaranîn. Berê li Tirkiyeyê hêza kar a erzan Kurd bûn, lê niha êdî Kurd jî nikarin ji xwe re kar bibînin.
Polîtîkayên Tirkiyeyê bi rastî jî pir xeternak in. Desthilatdariya AKP'ê dixwaze li hundir û derve bi sorkirina şer ve xwe li ser piyan bihêle. Dixwaze bi pêşxistina şovenîzm û nijadperestiyê ve li ser piyan bimîne. Lew re niha pirsgirêkên ku bi Rûsya re jiyan dike di hundirê Tirkiyeyê ji bo bilindkirina şovenîzmê bi kar tîne. Di dîroka Tirkiyeyê de berê dijminantiya Moskov afirandibûn. Niha li ser şopa vê dijminantiyê gel sor dikin. Polîtîkayek wisa şoven dişopîne. Ne li hundir ne li derve û ne li Sûriye naxwaze şer bi dawî be. Dibêje eger hûn neyên ser gotinên min ez ê jî li Sûriyeyê polîtîkaya şantajê bi kar bînim, polîtîkaya şer bişopînim û we vala derxînim.
Lê belê hikumeta AKP'ê him li hundir û him jî li derve lawaz e. Wisa li gorî xuya dibe, ne xurt e. Hewl dide dûvê xwe li jor bigire û xwe xurt nîşan bide. Lê belê demekî pir lawaz jiyan dike. Wisa bi vê rewşa xwe ya heyî nikarin li ser polîtîkaya Rojhilata Navîn bandor jî bikin. Ji xwe li hundir jî bi dara zorî dixwaze hemû kesan bînin ser xeta xwe. Li hundir jî ji derveyî şerê bi Kurdan şerekî navxweyî ya siyasî heye. Di polîtîkaya navxweyî de jî gengeşiyek heye.
Em dikarin der barê armancên xwe yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jî van tiştan bêjin; di merhaleya heyî de li Tirkiye armanca ewil têkbirina AKP ji desthilatdariyê ye. Bi rastî jî desthilatdariya AKP, ji bo Tirkiye him li hundir û him jî li derve hatiye rewşa pir xeternak. Lew re em têkbirina AKP'ê ji desthilatdariyê girîng dibînin. Li ser vê bingehê em dixwazin blokekî demokrasiyê ava bikin û bi têkoşîna hêzên demokrasiyê ve li hemberî desthilatdariya AKP'ê têkoşînê pêş bixin. Polîtîkaya me ya li hemberî Tirkiyeya heyî di vê çarçoveyê de ye. Li Bakurê Kurdistanê jî em dixwazin demokrasiya xwecihî, xwerêvebirî û xweseriyê pêş bixin. Dewleta Tirk bi hevdîtin û diyalogan ve van qebûl nekir, red kir; şer da destpêkirin. Bêguman dewleta Tirk şer da destpêkirin. Wekî ku hin kes dibêjin, me şer nedaye destpêkirin. Ji ber ku di pirsgirêka Kurd de polîtîkayên wan ên neçareseriyê hebû, polîtîkayên çareseriyê tune bû, lihevkirina li Îmraliyê jî bi destê xwe dahf da, got masa jî nîne, diyalog jî nîne, pirsgirêka Kurd jî nîne û bi vî awayî biryara şer girt. Dît ku Kurd him li nava Tirkiyeyê û him jî li Rojhilata Navîn xurt dibin, ji bo Kurdan lawaz bikin dest bi êrîşan kir.
Li hemberî polîtîkaya Tirkiye ya neçareseriya pirsgirêka Kurd, gelê Kurd jî biryara xwerêveberiyan girt. Li ser bingeha civaka xwe ya demokratîk, xweseriya xwe, demokrasiya xwe ya xwecihî û xwerêveberî bi rêxistin kir, li ser vê bingehê biryara xwe rê ve birinê da. Li hemberî vê biryarê, dewleta Tirk dest bi şerekî dijwar kir. Bi tank û topan bajaran bombardiman dike. Taxên sivîl lê jiyan dikin, bi tank û topan topbaran dike. Niha li Tirkiyeyê li hemberî rêvebiriya navendîperest û despotîk, hemleya me ya xwerêvebiriyê heye. Biryardariya me ya xwerêvebirî, demokrasiya xwecihî û Xweseriya Demokratîk heye. Ji niha û pê ve wê li hemberî Tirkiyeyê têkoşîneke wisa bimeşe. Wê li Tirkiyeyê ji niha û pê ve di navbera pergala komkujigeriya çandî, despotîk, navendîperest, hegemonîk a Tirkiyeyê û pergala demokratîkbûna xwe dispêre demokrasiya xwecihî, xwerêvebirî û xweseriyê de têkoşînek pêş keve û wê ev têkoşîn bênavber be. Heta ku Tirkiye xweserî, xwerêvebiriya xweser, demokrasiya xwecihî û xwerêvebiriya Kurdan qebûl neke wê berxwedana me bidome.
Nêzikatiya desthilatdariya AKP'ê ya bi riya siyaseta demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd, nîne. Ji ber vê yekê heta ku desthilatdariya AKP'ê neyê têkbirin, heta têkoşînekî ku wê desthilatdariya AKP'ê têk bibe neyê meşandin, ne mimkun e li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Di vê çarçoveyê de em pêvajoya pêş wekî pêvajo û têkoşîna li hemberî desthilatdariya AKP'ê ya li ser bingeha yekitiya hêzên demokrasiyê, têkbirina AKP'ê ji desthilatdariyê û li Tirkiyeyê avakirina rêvebiriyekî demokratîk dibînin.
Piştî rakirina ambargoyê gelo li gorî we wê polîtîkaya Îranê çawa pêş keve? Ev nêzîkatî gelo wê li ser polîtîkaya li hemberî herêm û navneteweyî bandorekî çawa bike?
Bêguman piştî li ser Îranê ambargo rabû, wê Îran ji aliyê polîtîk ve rehet bibe. Di dema borî de her tim polîtîkayên xwe li ser fikaran ava dikir. Li şûna bi fikara polîtîka bimeşîne, em li bendê ne ku polîtîkayekî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî esas bigire.
Eger Îran bi xwe bawer bike, fikarên xwe ji holê rake û li ser esasê demokratîkbûnê gav bavêje; dibe ku ev him li ser bingeha demokatîkbûna Îranê ve yekitiya wî xurt bike û him jî bihêle ku li herêmê karibe rolekî hîn çalak bilîze. Ji ber ku Îran di dema borî de her tim bi fikar bû, ji bo xwe li ser piyan bihêle aloziya siyasî ya Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe didît. Him li Rojhilata Navîn û him li hundirê Îranê ji bo aramî û aştî pêş bikeve xwedî potansiyel e. Dema mirov li dîroka Îranê dinêre ji aliyê feraseta rêvebirinê ve di rewşekî ew qas pir navendîperest, civak û baweriyên cuda tune bihesibîne, biperçiqîne de nîne. Îran di dîroka xwe de her tim rêz li hemberî bawerî û nasnameyên cûda nîşan daye, mafê jiyanê daye wan. Li gorî nêrîna me eger Îran li gorî dîroka xwe tevbigere, bi rastî jî dikare bandorekî erênî li ser jiyana polîtîk a Rojhilata Navîn bike, di çareserkirina nakokiyên heyî ya li Rojhilata Navîn de rol bigire.
Îran jî êdî dikare pirsgirêka xwe ya Kurd çareser bike. Dikare pirsgirêka Azerî, Bellûcî çareser bike. Di nava dîrokê de çareser kiribû. Ji xwe wekî avasaziyekî îdarî Bellûcîstan heye, Kurdistan heye; eger van hinekî din li ser bingeha demokratîk de dewlemend û xurt bike, Îran dikare pergal û yekitiya xwe hîn xurtir bike. Him ezmûna polîtîk û him jî ezmûna rêvebirinê ya dîroka Îranê heye. Bes divê nêzikatiyên nijadperest ên di 200 salên borî de ketiye nava Îranê werin terikandin. Ji ber ku Îran di dîroka xwe de neketiye nava nêzikatiyên nijadperest. Îran bi Azeriyên xwe, Farsên xwe, Bellûciyên xwe û Kurdên xwe ve jiyanekî hevpar pêk aniye.
Wekî me got; eger Îran rakirina ambargoyan, zêdebûna derfetên aboriyê û başbûna têkiliyên bi hêzên navneteweyî, ji bo pêşxistina demokrasiyê bi kar bîne, dikare di demekî kurt de pirsgirêkên xwe çareser bike. Lê belê, eger wisa neke û van pêşketinan ji bo xurtkirina polîtîkayek otorîter, tund de bi kar bîne, bêguman wê şaş bike û wê bi giranbûna pirsgirêkên civakî re rû bi rû bimîne. Lew re pir girîng e ku wê Îran ji niha û pê ve çawa tevbigere. Eger Îran van derfetên siyasî û aborî ji bo demokratîkbûna Îranê, li ser vê bingehê jî ji bo xurtkirina yekitiya Îranê bi kar bîne, em amade ne ku alîkarî û hêz bidin van nêzikatiyan.
Li ser Îranê rakirina ambargoyan wê polîtîkayên gengeşiyê ku hin hêz dixwazin li herêmê bafirînein jî vala derxîne. Di dema borî de Tirkiye, Erebîstana Sûidî û hin hêzên cûda dixwestin pirsgirêkên Îranê bi DYA û hêzên rojavayî bi kar bînin û bi vî awayî li hemberî Îranê bere û blokek dijber ava bikin. Dixwestin ev têkiliyên neyînî ya di navbera Îran û DYA, Ewropa li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Tirkiye, Erebîstana Sûidî û hin dewletên din jî wisa nêz dibûn. Niha bi rabûna ambargoyan ve dibe ku polîtîkayên bi vî rengî jî bêbandor bibe. Bi vê jî wê Îran li herêmê bibe aktorekî hevsengiyê. Eger Îran li herêmê polîtîkayên rast bişopîne û bibe aktorekî hevsengiyê, dikare ji her aliyan ve bandorekî erênî li ser jiyana siyasî ya Rojhilata Navîn bike.
Em bawerin wê Îran di qada navneteweyî de jî polîtîkayekî hevsengiyê bişopîne. Wê li ser bingeha bi hemû kesan re têkilî ava bike, nêzikatiyekî polîtîk nîşan bide. Em bawer nakin bikeve nava ti dijbertiyekî ku xwe dispêre hêzên navneteweyî. Di dema borî de li herêmê polîtîkayên Tirkiye û Erebîstana Sûidî ku zehmetiyan ava dikir hebû, dixwestin ji rewşa Îranê sûd werbigirin û xwe hakîm bikin. Di rewşa heyî de eger Îran li herêmê bibe hêzeke hevsengiyê, li gorî min wê ev yek bandorekî erênî him li ser polîtîkayên hêzên navneteweyî û him jî li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn bike. Wê bibe aktorekî ku polîtîkayên Rojhilata Navîn rehet dike. Bêguman ez carekî din dubare dikim, di vê mijarê de wê Îran kîjan riyê hilbijêrîne, girîng e. Eger Îran van derfetên derketiye holê li hundir ji bo xurtkirina rejîma xwe ya otorîter, li derve jî, ji bo di dijbertiya ku dema borî de derketibû holê, xwe xurt bike bi kar bîne, dijbertiyê bi awayekî cuda bidomîne, bêguman bi vê ve wê ti feydeya Îranê ji bo herêmê çênebe.
Gelo ji bo dema pêş di mijara pêşketinên li herêmê perspektîfên we çi ne?
Em di nava xwe de jî nîqaş dikin, her wiha di nîqaşên xwe yên ji rayagiştî re vekirî jî diyar dikin. Em vê dibêjin; bi ferasetên desthilatdariyên klasîk ne mumkun e aramî û aştî were Rojhilata Navîn. Her wiha bi nêzikatiya kapîtalîst, emperyalîst ve li herêmê xebatên avakirina pergalekî nû wê encamek dernexîne. Ev polîtîka xitimîne. Ji ber yekê li gorî nêrîna me feraseta Neteweya Demokratîk, projeya Neteweya Demokratîk a Rêbar Apo pêş xistiye, yanî li ser bingeha jiyana demokratîk û azad ve qebûlkirina hemû cûdahiyan; li ser vê bingehê jî pêşxistina demokrasiya xwecihî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, wekî yekane polîtîka dibînin. Li gorî baweriya me êdî Rojhilata Navîn wekî berê nayê rêvebirin. Her kî bixwaze wekî berê Rojhilata Navîn bi rê ve bibe an jî wekî berê ji derveyî Rojhilata Navîn xwaze li ser Rojhilata Navîn hakîm bibe, wê nikaribe pirsgirêkan çareser bike û di binê van pirsgirêkan de bimîne. Wê li Rojhilata Navîn wê him gel di nava pirsgirêkan de bifetise, him jî kesên li Rojhilata Navîn polîtîkayan dimeşînin, di nava vê aloziya polîtîk de hêz wenda bike. Bi gotinekî din wê patînaj bikin. Di vê çarçoveyê de em bawerin ku Rojhilata Navîn bi ezmûn û dewlemendiya xwe ya dîrokî ve dikare bibe erdnîgariyekî ku demokrasî û azadî pêş bikevin, aramî û aştî pêk were. Li gorî me pirsgirêkên giran ên heyî li Rojhilata Navîn jiyan dibe êşên xwe gihandina vê ne.
Bêguman gel jiyanekî azad û demokratîk dixwazin. Ti rejîmekî otorîter û despotîk êdî nikare li Rojhilata Navîn hakîm bibe. Wê nikaribin hakîm bibin, yên heyî jî wê hilweşin. Ji xwe sedema Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Katar ev was bi Sûriye re eleqedar dibe; daxwaza afirandina Suriyeyek hegemonîk û li ser xeta xwe ye. Ji ber ku vê dibînin; li Rojhilata Navîn gel jiyanekî azad û demokratîk dixwazin, bandora vê dikare hemûyan bitepisîne û derbas bibe. Li gorî nêrîna me di gelên Rojhilata Navîn de hişyarbûnekî cidî tê jiyankirin û wê him li ser siyasetên herêmî û him jî li ser siyaseta welatan bandor bike.
Em bawerin hêzên navneteweyî jî dibînin an jî wê bibînin ku ji bilî hêz û piştgirîdayîna aştiya Rojhilata Navîn, ji bo aştî û aramiya cîhanê; demokratîkbûna Rojhilata Navîn, pê ve ti çareseriya wan a polîtîk nîne. Êdî ji bo hêzên navneteweyî jî afirandinek Rojhilata Navîn a tenê xwe dispêre berjewendiyên wan, xeternak e. Ji bo vê pêwîst e piştgirî bidin hêzên demokratîk û azadîxwaz. Eger di dema pêş de xeta azadîxwaz û demokrasiyê esas were girtin, em bawerin wê rêxistinên wekî DAIŞ, El Qaîde û El Nûsra bê bandor bimînin. Ji ber ku rêxistinên wisa di rewşa qeyran û neçareseriyê de derdikevin holê. Ji ber vê yekê Rêber Apo gotibû ev rêxistinan di nava sergoyên di encama pirsgirêkên ji aliyê modernîteya kapîtalîst de hatine afirandin, derdikevin holê. Lew re pêwîst e kes nebêje û nefikire ku ev rêxistinan wê temen dirêj bin. Eger polîtîkayên rast were şopandin, bêguman çawa ev rêxistinan ji carekî ve derketin holê, pêş ketin û mezin bûn, wê bi heman awayî paş de bikevin û lawaz bin. Ji bo vê pêwîst e polîtîkayên dewletên wekî Tirkiye, Katar, Erebîstana Sûidî û hwd. ku piştgirî didin van polîtîkayan, were sînordarkirin û polîtîkayên wan vala were derxistin. Em bawerin wê polîtîkayên wan vala derkevin. Ji ber ku polîtîkayên wan dijberî berjewendiyê hemû kesan e. Dijberî berjewendiyên hêzên navneteweyî ne. Hêzên navneteweyî ji bo polîtîkayên xwe piştgirî dide Tirkiye, Erebîstana Sûidî û hêzên din. Ji bo vê bi wan re di nava tifaqê de ne, lê belê polîtîkayên van dewlet û hêzan ku him li hundir û him jî li derve dişopînin, ji bo ti kesekî feyde nade. Em bawerin di dema pêş de wê polîtîkayên hêzên wekî Tirkiye, Erebîstana Sûidî û Katarê, di çarçoveya têkoşîna azadî û demokrasiya gelan were têk birin. Li Sûriye, li ser bingeha demokratîkbûna Sûriyeyê ezmûnekî girîng heye. Li Bakurê Sûriyeyê bingeheke ku dikare Sûriyeya Demokratîk ava bike, pêk hatiye. Eger Sûriyeyek wisa pêk were, encamên wê bêguman wê li hemû Rojhilata Navîn xwe bide nîşandan.