Mûstafa Delen: Têkçûna Erdogan jî wê bi manşetan bê ragihandin

Delen têkildarî zêdebûna zextên dewleta Tirk li hemberî çapemeniyê bersiv da pirsên me û got, "Di salên 90'î de bi kuştinên kiryar nediyar re hewl dan çapemeniya azad bêdeng bikin, lê îro vê yekê bi şîdeteke vekirî dikin."

Delen têkildarî zêdebûna zextên dewleta Tirk li hemberî çapemeniyê bersiv da pirsên me û got, "Di salên 90'î de bi kuştinên kiryar nediyar re hewl dan çapemeniya azad bêdeng bikin, lê îro vê yekê bi şîdeteke vekirî dikin."

Rojnamevan Mûstafa Delen bal kişand şerê AKP'ê di meha Tîrmehê de daye destpêkirin û got, "Ev şer ne tenê li hemberî Kurdan e. Ev şer li dijî civaka Tirkiyeyê ye. Şerê li hemberî alîgirên aştî û demokrasiyê ye."

Delen işaret bi zextên dewleta AKP'ê di çarçoveya vî şerê topyekûn de li hemberî çapemeniyê tê kirin û bibîr xist, di salên 90'î de zîhniyeta esasî ya dewlet û hikûmetan înkar û tinekirin bû.

Delen got, "Di salên 90'î de bi kuştinên kiryar nediyar re hewl dan çapemeniya azad bêden bikin. Îro bi şîdeteke vekirî re hewl didin bêdeng bikin. Di wê demê de konseptên şer ji dewletên rojava û herêmê destek didîtin. Her wiha ji bêdengiya civakê cesaret werdigirt. Lewma mirov dikarin bêjin zîhniyeta heman zîhniyeta wan salan e; înkar û tinekirin! Lê belê di vir de cudahiya bingehîn; mîna berê ji herêmê û rojava destekê nabîne. Berevajî destekê, li dijberiyê rast tên. Û ev yek mezin dibe. Civak jî bêdeng nîne. Gelekî bi hêrs e. Şerê qesrê napejirîne. Erê nake. Li dij e. Kêm be jî vê vedibêje."

'ERDOGAN BI NAMEYEKE HIŞYARIYÊ RE LI DYA HAT PÊŞWAZÎKIRIN'

Rojnamevan Delen bal kişand ser gera dawî ya Erdogan a li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û got, "Rojava û Erdogan li nuqteya dawî ya rêveqetandinê ye. Rê wê ji hev cihê bibin. Daneyên vê yekê roj bi roj zêde dibe. Lewma serdana dawî ya Erdogan a li DYA gelekî girîng e. Ziyareteke fiyasko bû. Erdogan di asta serokekî de nehat pêşwazîkirin. Bi nasmeyeke hişyariyê hat pêşwazîkirin. Di nameyê de bi kurtasî hat gotin: israra di serokatiyê de wê welêt parçe bike, rê li ber şerekî navxweyî veke. Bal hat kişand ser tekperestî, înkar û dîktatoriya wî. Gelek dîplomatên navdar, akademîsyen û efserên li herêmê wezîfe kiribûn mora xwe danîn binê vê nameyê. Tevî vê yekê destek ji danezana akademîsyenên li Tirkiyeyê re jî hat dayîn."

DU RÊ LI PÊŞIYA AKP Û ERDOGAN E

Mûstafa Delen bibîr xist, ku ev hişyarî beriya niha bi rêya Joe Biden hatin kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Piştre di ser rûniştina doza Can Dundar û Erdem Gul re hişyar kirin. Tê zanîn; gelek sefîrên rojavayî tevlî wê rûniştinê bûn. Di vê gerê de jî hem bi wê nameyê hem jî nêzîkatiya dîplomatîk re hişyar kirin. Qîmet nedan wî. Binêrin, gotina PKK'ê jî derbas nebû. Destek ji wan re nîne. Erdogan wê çiqasî vê fêm bike, ev mijareke din e.

Li pêşiya AKP û Erdogan du rê, du alternatîf hene; ya wê daxwazên Kurdan û mûxalîfan qebûl bike, yan jî wê biqede. Êdî wê bi şoreşê, bi darbeya navxweyî yan jî bi zexta derve biçe, ew nediyar e. Dibe ku bi van hemûyan re biçe.

Vîzyona 2023'an xeyal e. Erdogan nikare bibe serok. AKP bi tena serê xwe nikare destûra bingehîn amade bike. Kar bi mejiyên tekperest û înkarê re nayê meşandin.

'DESTHILATDARIYA ÎRO YA ROJNAMEVANAN DIGIRE, YAN JÎ DIKUJE'

Li ser zextên li çapemeniya azad tê kirin rojnamevan Delen ev nirxandin kir:

"Di salên 90'î de gelek hevalên me şehîd ketin. Hin jê ji ber zextan berê xwe dan çiyê. Mîna Gûrbetellî Ersoz, Mehmet Şenol. Ev heval, ji ber pênûsa wan hatin astengkirin derketin serê çikê û rahiştin çekê. Dûre şehîd ketin. Mînaka Enver Polat (Selçûk) heye. Ew jî di encama êrîşeke hewayî ya hovane de şehîd ket. Me hemû di salên 90'î de winda kir.

Desthilatdariya îro ya digire yan jî dikuje. Di nava mirovên li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin de edîtorê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û Omer Baran jî hebûn. Bi barbarî ew şewitandin. Gelo ujerê Denîz Firat bi tenê DAIŞ e? Na. Bi qasî DAIŞ'ê, AKP bi xwe ye. Erdogan e. Ji ber ku yê ku DAIŞ'ê niha li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi kar tîne Erdogan e. Herî dawî hevalê me Armanc (Agir Banê) li Şengalê şehîd ket. Heman rewş ji bo wî jî derbas dibe. Berpirsyarê van hemû şehadetan AKP ye. Encamên wê yên siyasî ne. Lewma nabe ku jê cuda were nirxandin. Heman mejî ye, heman zîhniyet e.

Êdî ti rewatiya AKP'ê û çeteyê Qesrê nemaye. Ti rewabûna xwe nemaye. Kurd, hêzên çep û demokratîk ji destê wan çûn. Bi hemû dewletê cîran re di nava nakokiyan de ne. Rojava mîna berê destekê nade. Îmaja xwe nemaye. Şîdet û gef nikare AKP û Erdogan rizgar bikin. Bi vî rengî dikarin biqedin. Wê biqedin jî. Dawiya wî jî wê mîna dîktatorên beriya xwe be.

Çapemeniya azad û alternatîf wê têkçûna vê dîktatoriyê di manetê de ragihîne. Eger mirov li qewimînan binêrin, dibînin ku rewş ber bi vê ve diçe. Dema desthilatdariyê wê bide. Têkçûna Erdogan jî wê di manşetan de were ragihandin. Em ê hemû vê bibînin."