Gefa 'îdam'ê li girtiyan hat xwarin
Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê ku bi pêkanînên xwe yên xerab re her di rojevê de ye, tê gotin midûrê duyemîn Cavît M. gefa 'Eger dewlet bêje wan îdam bike, ez ê we îdam bikim' li girtiyên siyasî xwar.

Polîtîkaya şer a AKP û Qesrê li girtîgehan jî li ser kar e. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê tên ragirtin, di hevdîtina bi malbatên xwe re ragihandin, ku ji roja destpêkê ya şer ve binpêkirina mafên mirovan li girtîgehê kêm nabin. Girtiyan bibîr xistin, ku ev mehek e ew nikarin derkevin revîrê, ji ber ku girtiyên nexweş naxwazin bi dest kelepçekirî bên tedawîkirin, polîs û doktor îşkenceyê li wan dikin, midûrên girtîgehê bi awayekî kêfî dest datînin ser eşyayên şexsî yên girtiyan û hin eşyayên wan ên bi pere li girtîgehê kirî ne, ji wan hatine stendin.
Girtiyan da zanîn, midûrên girtîgehê Mûstafa Kemal Ç., Cavît M. û Bektaş A. fermana îşkenceyê dane û diyar kirin, midûrê duyemîn Cavît M. gefa 'Eger dewlet bêje wan îdam bike, ez ê we îdam bikim' li wan xwariye.