Li Saarbruckenê bîranîna şehîdan
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, di şexsê Mazlûm û Delîl Dogan de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, di şexsê Mazlûm û Delîl Dogan de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, di şexsê Mazlûm û Delîl Dogan de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn. Di merasîmê de ji bo bavê Mazlûm û Delîl Dogan Kazim Dogan ê berî niha bi demeke kurt jiyana xwe ji dest da, xwarina xêrê hat belvakirin.
Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saarbruckenê Orûç Dapar axaftina vekirinê kir.
Dapar bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd û berxwedana xwerêveberiyê silav kir.
Ji Komîsyona Malbatên Şehîdan Ekrem Yavûz jî li ser qirkirina li Kurdistanê got, "Em êdî gihaştine cihê gotin lê qediya ye. Pêwîste derhal mirov bikevin nava tevgerê."
Xwişka Mazlûm û Delîl Dogan jî got, "Ji bo em hêjayî şehîdên xwe bin, çi ji destê me tê divê em bikin. Girîng e gelê Kurd ji xwe re têkoşîna Cizîr û Sûrê esas bigire û têkoşîna hevpar mezin bike. Piştgiriya hev a gelê Kurd gelekî girîng e."
Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. Di merasîmê de ji bo bavê Mazlûm û Delîl Dogan Kazim Dogan xwarina xêrê hat dayîn.