Li Edeneyê 6 jê zarok 10 kes hatin girtin

Ji 17 kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 6 jê zarok 10 kes hatin girtin.

Ji 17 kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 6 jê zarok 10 kes hatin girtin.

Li Edeneyê di serdegirtina malan a roja beriya niha 10 jê zarok 17 kesên ku hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Hakimtiya lêpirsînê, Hevserokê Meclîsa Gel a Gulbahçe Mûharrem Bayram, welatî Bîrhat Yalçin, Şahîn Oner, Hasta Ozer, zarokên bi navê F.B û Y.Y û 4 zarokên ku navê wan nehatin zanîn bi îdîaya “Endamê rêxistinê” û “Propagandakirina rêxistinê” hatin girtin.

4 zarok û 3 welatî bi mercê kontrola edlî serbest hatin berdan.