Bi şerê li Kurdistanê re AKP'ê xwe tenê hişt

Li hemberî şerê qesrê hezar tîmên taybet tevlîbûna şer red kir û daxwaznameyên dev ji kar berdanê dan. Her wiha cerdevanên li heremê şerê li dijî gelê xwe red kir û çekên dewletê teslîmî wan kir.

Êrîşên AKP’ê yên li dijî gelê Kurdistanê dewam dikin. Hêzên dewletê li hember berxwedanê her roj kuştiyan didin û hêzê winda dikin. Li hemberî şerê qesrê hezar tîmên taybet tevlîbûna şer red kir û daxwaznameyên dev ji kar berdanê dan. Her wiha cerdevanên li heremê şerê li dijî gelê xwe red kir û çekên dewletê teslîmî wan kir.
 
Şerê ku hikumeta AKP’ê di 24 Tîrmehê de li dijî gelê Kurd da destpêkirin ji wê rojê û vir ve dewam dike. Di şerê ku bi mehan e li dijî bajarê Kurdistanê tê meşandin de bajar tên şewitandin û hilweşandin. Bi êrîşên ku bi hemû amûrên şer tê de meşandin de jin, zarok, mêr û pîr jî di nav de bi sedan kes qetil kirin. Li hemberî şer, gelê Kurdistanê bi mehan e li ber xwe dide.  Dewlet, tevî hemû teknîkên pêşketî li hemberî berxwedana çend ciwanan bêçare dimîne û her ku diçe hêzê winda dike.
 
LI HEMBERÎ BERXWEDANÊ HÊZA DEWLETÊ QELS DIBE
 
Hêzên dewletê li hemberî êrîşên di demên dawî yên li Gever, Nisêbîn û Şirnexê nikare bi pêş bikeve. Hêzên dewletê tevî êrîşên bi tank û topan li hemberî hêzên YPS’ê kuştiyên giran didin û van kuştiyan jî ji raya giştî vedişêrin. Herî dawî Parlemeneterê CHP’ê yê Dêrsimê Gursel Erol diyar kir ku hejmara kuştî û birîndaran ên ku dewlet dide ne rast e û tîmên taybet newêrin biçin cihên operasyon lê dom dike.
 
Nisêbîn ji raya giştî û dewletê re bûye navenda nîqaşan. Di navbera hikûmet û artêşê de nîqaş li ser mirina bi dehan tîman, îmhakirin an derbkirina bi dehan wesayitên zirxî, xwekuştina tîmekî ya di hundirê tankê de û nexwestina siwarbuna li wesayitên zirxî derketiye û ev nîqaş encama vebûnê derxistiyê holê.

Her wiha ji ber encamnegirtina ji heremê gelek îstîfa tên kirin. Li Nisêbînê beriya çend rojan ji bedêla 2 hezar tîmên ku psîkolojiya wan xera bibû yên nû anîn û şer niha bi wan didin meşandin. Encama nedestketiya ji Nisêbînê jî li Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Kocak re tê birîn. Ev yek tevî ku fermana operasyon û êrîşên li bajaran ji Enqerê tê girtin jî tê kirin. Dewlet bi vê yekê rojevên dij rastiyan derdixîne û dixwaze bala raya giştî ji ser xwe bidin cihekî din.
 
CERDEVAN Û TÎMÊN TAYBET YEK BI YEK ÎSTIFA DIKIN
 
Hezar tîmên taybet yên ku ji bo operasyonan şandin Kurdistanê ji bo ku destê xwe ji komkujiyan bikişînên daxwaznameyên îstîfakirinê da Miduriyeta Giştî ya Ewlehiyê. Hate zanîn ku Midurê Ewlehiya Giştî  Celalettîn Lekesîz daxwaznameyên tîmên taybet paşve vegerandiye. Wekî din gelek cerdevanên li heremê  yên ku nexwestin tevlî operasyonan bibin çekên xwe teslîmî dewletê kirin. Ev yek di nava artêş û hikûmetê de şikandin pêk anî.
 
Piştî operasyonên li Nisêbîn a Mêrdînê û Gever a Colemergê ya ku di 14 Adarê hatibû destpêkirin û li Navenda Şirnexê di 15 Adarê de hate destpêkirin de gelek tîm ketin nava xemên tevlîbûn an netevlîbûna êrîşan. Vê yekê bandoreke mezin li ser hikûmeta AKP’ê û êrîşên wê kir. Derketibû holê ku psîkolojiya tîmên li Nisêbînê xera bûye û ji ber vê yekê cihê wan bi yên nû hatibu guhertin.
 
Qelşa ji ber êrîşên AKP’ê ya ku di nava hikûmet û artêşê de vebûye bandorê li ser gelê Kurdistan û Tirkiyeyê dike û di navbera wan de jî qelşa heyî mezin dike.