Li 4 bajaran gelek kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Wan, Stenbol, Amed û Agirî gelek kes hatin binçavkirin.

Bi fermana AKP û Qesrê, operasyonên qirkirina siyasî tevî operasyonên qirkirina fîzîkî bê navber dewam dikin.

WAN

Li navenda Wan û navçeya Erdîşê di serdegirtinên malan ên danê vê sibehê de endamê Meclîsa şaredariya Erdîşê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.

STENBOL

Li Stenbolê, polîsan danê sibehê gelek xwendekarên Zanîngeha Hunerên Bedew ên M îmar Sînan binçav kirin. Xwendekar li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin.

AMED

Li navçeya Amed Erxeniyê, ekîbên TEM û jendermeyan danê sibehê saet di 05:00 de avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de Hevserokê DBP'ê yê Erxeniyê Şehmûs Dokû, endamê Meclîsa Şaredariya Erxeniyê yê DBP'yî Hasîp Demîrtekîn û Alî Oyan, Kûdîsî Kaya, M. Nedîm Erkûl û Cemîl Yasîn hatin binçavkirin. 6 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Tabûra Jendermeyan a Erxeniyê.

AGIRÎ

Li Agiriyê, zêdeyî 10 xwendekarên ji bo dîtina hevalên xwe yên hatine berdan berê xwe dan navçeya Wan Erdîşê, di rê de hatin binçavkirin. Xwendekar bi îdîaya 'îxbar li hemberî wan heye' hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Agirî.