Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Li Îzmîrê 5 kes hatin girtin, li Çewlik, Sêrt û Mêrdînê jî 5 kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê 5 kes hatin girtin, li Çewlik, Sêrt û Mêrdînê jî 5 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP û Qesrê li dijî gelê Kurd tên meşandin, dewam dikin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê, 8 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin piştî ragirtina li emniyetê derxistin pêşberî dozgeriyê û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" sewqî dadgehê hatin girtin. Dadgeha Tirk jî têkildarî Hevserokê YAK-DER'ê Sabrî Adibellî û Sûltan Erkan, Emîne Aytemûr, Fevzî Ayrî û Îsa Çîm biryara girtinê da. Her sê kes jî ji bo bi awayekî negirtî werin darizandin hatin berdan.
ÇEWLIK
Li gundê Vîranşehîr ê ser bi navçeya Çewlik Kanîreşê, leşkeran duh bi şev li malan lêgerîn kirin û welatiyê bi navê Mehmet Hatîp Ozdemîr binçav kirin. Ozdemîr birin Qereqola Jendermeyan a Kanîreşê.
SÊRT
Li Sêrtê di serdegirtina taxa Afetevlerî de Hecî Taşçi yê 50 salî li mala xwe hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Hat ragihandin, polîsên Tirk derî û paceyên mala Taşçi jî di dema serdegirtinê de şikandine.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Qoserê, tîmên taybet danê sibehê avêtin ser malan û endamê Meclîsa Şaredariya Qoserê Havas Gungor, hevsera wî Mehdiye Gungor û birayê wî Orhan Gungor binçav kirin. Her sê binçavî birin Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê.