Meclîsa gel a Nurnbergê Kongreya xwe li dar xist
Meclîsa Gel a bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê kongreya xwe li dar xist.
Meclîsa Gel a bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê kongreya xwe li dar xist.
Meclîsa Gel a bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê kongreya xwe li dar xist. Bi tevlîbûna sedan kesî ve li Mala Gel a Medyayê kongre hat lidarxistin û di kongreyê de rapora salekê hate xwendin.
Piştî nirxandinan, hevserokê meclisê hatin hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê Sakînê Kepez û Hîkmet Gencer hatin hilbijartin.
Hevserokên nû soza xwe ya dilsoziya bi tekoşînê re dan.
Di kongreyê de komîsyonên Têkîliyên Bi Gel, Têkîliyên Bi Derve, Çand Huner û Perwerde, Ciwan, Heq û Edalet, Lêpirsîn û Kontrolkirin, Sazî, Malbatên Şehîdan û Komîsyona Karmendan hatin sazkirin.
Di Kongreyê de herî dawî Rojbûna Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi dirûşma “ Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.