Li Lahr û Leverkûsenê kongre hatin lidarxistin
Meclîsa Gel a bajarê Elmanya Lahr û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Leverkûsenê, kongreyên xwe lidar xistin.
Meclîsa Gel a bajarê Elmanya Lahr û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Leverkûsenê, kongreyên xwe lidar xistin.
Meclîsa Gel a bajarê Elmanya Lahr û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Leverkûsenê, kongreyên xwe lidar xistin.
LAHR
Meclîsa Gel a li bajarê Elmanya Lahrê, kongreya xwe ya 3. a asayî lidar xist. Kongre bi beşdariya sed delegeyan li Komeleya Çanda Kurd a Lahrê pêk hat.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, di kongreyê de rewşa siyasî hat nirxandin û piştre raporên ji aliyê rêveberiyê ve hatibûn amadekirin, hatin xwendin. Dûre hilbijartin hat kirin û di encamê de Hediey Aslan û Abdulkerîm Demîr ji bo Hevserokatiyê, 25 kes jî ji bo endametiya meclîsê hatin hilbijartin.
LEVERKÛSEN
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Leverkûsenê jî 3. kongreya xwe ya asayî li salona Navenda Giştî ya FEDA'yê pêk anî.
Hevseroka Navendê Fatma Kisikyol piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftina destpêkê kir, wêne nîşan da û got, "Îro salvegera şehadeta hevalê Kendal (Huseyîn Matûr) e. Di şexsê hevalê Kendal de ez hemû şehîdên Kurdistanê û şoreşa cîhanê bibîr tînim."
Nûnerê KCD-E jî di axaftina xwe ya li vir de Huseyîn Matûr bibîr anî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala pîroz kir.
Hevseroka Hewldana Mereşê Elîf Sonzamanci jî bal kişand ser şerê dewlet li Kurdistanê dimeşîne û diyar kir, ya tê xwestin li Pazarcixê bê kirin ji polîtîkaya xalîkirina Kurdistanê ji Kurdan cuda nîne.
Piştî axaftinan rapora salekê ya navendê hat xwendin, nirxandin û dûre hilbijartin hat kirin. Ji bo meclîsê, komîsyonên rêxistinî, civakî, edalet, têkiliyên derve, bawerî, çand, dîsîplîn, ciwan-spor û PYD'ê hatin hilbijartin.
Piştre ji bo hevserokatiyê hilbijartin hat kirin û di encamê de Fatma Kisikyol û Halîl Nas hatin hilbijartin.
Kongre bi sondxwarina hevserokan û endamên komîsyonan, bi dawî bû.