Kurd û dostên wan wê li Elmanyayê li dijî faşîzma AKP'ê bimeşin

Li dijî faşîzma AKP'ê wê li gelek bajarên Elmanyayê meş û mîtîng werin lidarxistin. ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk banga tevlîbûnê kirin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropayê dan.

Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (ABDEM) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, li dijî êrîşên AKP û Qesrê yên li hemberî gelê Kurd, li gelek bajarên Elmanyayê meş û mîtîngan lidar dixin.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hat ragihandin, dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên şer re hewl dide sîstemeke zordariyê ava bike û hat destnîşankirin, her kesên rastiyan dibêjin, yekser hedef AKP'ê ne.

Bal hat kişandin ser hewldana dagirkirina Sûrê ya di bin navê 'cemawerîkirina lezgîn' de tê kirin û hat diyarkirin, ku di bin navê 'kampê' de hewl tê dayîn li warê Elewiyan, çete bên birêxistinkirin.

ABDEM û Yekîtiya Hêzê dan xuyakirin, ku Elmanya û Tirkiye, li ser bazara penaberan, di mijarên parvekirina Sûriyeyê de tifaqên gelekî qirêj kirine û ji ber van tifaqan di eniya dijminatiya li Kurdan, dijminatiya li demokrasiyê de ev her du dewlet dibin yek.

Di daxuyaniyê de bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin hat şermezarkirin û hat gotin, "Em ê bajarên xwe, mirovên xwe, gelên xwe, darên xwe ji însafa Erdoganê dixwaze bibe dîktator û dewleta di bin rêveberiya wî de ye nehêlin. Banga me li raya giştî ya Ewropayê, li gelan û ciwanan ew e, ku ne tenê li dijî wehşeta li welatê me tê kirin derkevin, di heman demê de li dijî wehşeta li hemberî welat û pêşeroja xwe derkevin."

BANGA TEVLÎBÛNÊ

ABDEM û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo meş û mîtîngên 10'ê Nîsanê banga tevlîbûneke xurt kirin.

Bajarên meş û mîtîng lê werin lidarxistin ev in: "Berlîn, Hambûrg, Bremen, Hannover, Dusseldorf, Koln, Dortmûnd, Frankfûrt, Munchen, Mannheîm, Stûttgart, Ûlm, Nurnberg, Kassel, Bîelefeld, Freîbûrg, Saarbrucken, Dresden, Kîel, Leîpzîg."