Di rojbûna Ocaln de komuna ciwanan li Musterê hat ragihandin

Di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêxistinbûyîna ciwanan a li Munsterê veguherî komunê.

Di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêxistinbûyîna ciwanan a li Munsterê veguherî komunê.

Ciwanên Azad Munster, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komuna ciwanan a Arîn Mîrkan ava kirin. Di civîna bi beşdariya 30 ciwanî de pêvajoya siyasî û sekna li hemberî pêvajoyê hat nirxandin. Ciwanan rêxistinbûyîna xwe nîqaş kirin û komuna Arîn Mîrkan a ji 17 kesan îlan kirin. Ciwanan destnîşan kirin ku ew ê rol û mîsyona xwe ya li pêşberî pêvajoyê bi cih bînin.

Ciwanan di beşa nirxandina qewimînên li Kurdistanê de bal kişandin ser bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê diqewimin û gotin, "Erdogan ê ji Ewropa bi taybetî jî ji Merkelê destekê digire, li Cizîr, Hezex, Silopiya, Nisêbîn û Geverê şerekî topyekûn dimeşîne. Li hemberî vî şerî YPS û YPS Jin bi lehengî li ber xwe didin. Em vê berxwedanê silav dikin."

Ciwanan destnîşankirin, ku ji bo bibin bersiv ji pêvajoyê re, ew komuna Arîn Mîrkan ava dikin. Di dawiya civînê de plansazî hat amadekirin. Civîn bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...