4'ê Nîsanê li Rûsyayê hat pîrozkirin
Li Moskowa, Tambov û Îvanovayê 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pîrozkirin.
Li Moskowa, Tambov û Îvanovayê 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pîrozkirin.
Li Moskova, Tambov û Îvanovayê 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pîrozkirin.
MOSKOWA: Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, ji bo pîrozkirina 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan. Pîrozbahiya li Navenda Çanda Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê Tara Kadir li ser wate û girîngiya rojê axivî û dûre pasta rojbûnê ji aliyê zarokan ve hat jêkirin. Di pîrozbahiyê de hunermendên herêmî derketin ser dikê û li ber stranên wan, beşdaran govend gerandin.
TAMBOV: Li bajarê Tambovê jî, bi heman armancê li Pravmaske pîrozbahiyke hat lidarxistin. Li vê derê jî, piştî axaftinan pasta rojbûnê ya bi rengê ala KCK'ê ji aliyê zarokan ve hat jêkirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê dewam kir.
ÎVANOVA: Li gundê Kurdan ê bajarê Îvanova 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kombûna Kurdistaniyan hat pîrozkirin. Li dû birîna pasta rojbûnê ji aliyê zarokan ve, govend hat gerandin û 67 saliya Ocalan hat pîrozkirin.