Di pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li Bochûmê de berxwedan hat silavkirin

Li Bochûmê di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Bochûmê, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û şoreşa cîhanê, ji Komîteya Jinê Çîçek Qamişlo peyivî. Qamişlo lenet li êrîşên çeteyên dewletê yên li hemberî qadên xweparastinê anî û berxwedana YPS'ê silav kir. Qamişlo got, "4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd hilatina rojê ye."

Di pîrozbahiyê de rola Ocalan a di têkoşîna jinê û têkoşîna hebûna gelê Kurd de hat vegotin.