4'ê Nîsanê li Erîvanê hat pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi kombûneke girseyî hat pîrozkirin.

Ji bo pîrozkirina 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji derdora Erîvanê Kurdistanî li hev civiyan. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.

Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê û berxwedana xwerêveberiyê, alên PKK, KCK, YPG û YJA Starê hat xemilandin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê endamê Kurdistan Komîte Dawûd Karasû mafê axaftinê wergirt û girîngiya rojê ya ji bo gelê Kurd nirxand. Karasû 4'ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, berxwedêrê li zîndanan û têkoşerên YPS, HPG/YJA Star, YBŞ/YJŞ, YPG/YPJ'ê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Piştî axaftinê, pasta ji bo rojbûna Ocalan hatibû amadekirin ji aliyê dayikên şehîdan û dayikên gerîla ve hat jêkirin. 

Pîrozbahî bi qîrîna dirûşma "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.

...