Şaredariya Champigny Cizîr weke 'bajarê bira' îlan kir
Şaredariya Champigny ji bo piştgiriyê bide gelê Kurd Cizîra Botan weke 'bajarê bira' îlan kir û ragihand, ku ew ê destekê bidin projeya 'malbata bira'.
Şaredariya Champigny ji bo piştgiriyê bide gelê Kurd Cizîra Botan weke 'bajarê bira' îlan kir û ragihand, ku ew ê destekê bidin projeya 'malbata bira'.
Li Şaredariya Champigny a Parîsê bi tevlîbûna Kurdan û xebatkarên Şaredariyê açakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de Şaredar û Serokê Hilbijartiyên Bloka Çep Dominique Adenot, Alîkara Şaredar Fily Kelita, Encumen Şengul Karaca, endamên meclîsa herêmê, endama Meclîsa Şaredariyê Gautier Lahore, nûnerên Tevgear Jinên Kurd û Kurdistanî amade bûn.
Şaredar Adenot di axaftinax we ya li vir de ragihand, ku weke şaredarî, eniya çep û Partiya Komunîst a Fransayê wan di her demê de destekeke aktîf dane têkoşîna mafdar a gelê Kurd û destnîşan kir, ku ew ê vê desteka xwe bidomînin.
Adenot got," Gelê Kurd ê li Kobanê li hemberî barbaran têkoşiya, îro li hemberî Erdogan û polîtîkaya wî ya barbar li ber xwe dide" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em destekeke aktîf didin têkoşîna gelê Kurd. Em Cizîrê tevlî projeya xwe ya bajarê bira dikin. Cizîr wê bibe bajarê birayê me. Em ê yekser bikevin nava tevgerê û gava destpêkê bi rpjeya malbata bira re bavêjin. Ji bo projeya malbata bira, endamên me yên meclîsa şaredariyê yanî 35 kes wê bi lezgînî li hev bicivin û ji xwe re malbatekê hilbijêre. Ji bo pêçandina birînên gelê Cizîrê divê bi lezgînî hewldan bên kirin. Ez weke Şaredar, bi derfetên xwe yên şexsî ez ê di nava projeya malbata bira de cih bigirim. Em ê di têkoşîna we ya mafdar de li cem we bin, bi we re tevbigerin."