Rojbûna Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hat pîrozkirin
Pîrozbahiyên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Pîrozbahiyên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Pîrozbahiyên ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
BÎENNE: Li bajarê Swîsre Bîeene Kurdistanî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan 67 saliya Ocalan pîroz kirin. Ji bo Ocalan li kêleka Gola Bîenne çitlên daran hatin çandin û bi gerandina govendê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin.
KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, rojbûna Ocalan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê PJAK'ê ve hat pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer, Hevserokatiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk li Danîmarka Zelîha Tîtrek, Berdevkê PJAK'ê yê Danîmarkayê Mehdî Yoûsefî û nûnerê PYD'ê yê li Danîmarkayê Kawa axivîn. Piştre Hozan Ronas Efrîn û Hozan Fîgen derketin ser dikê.
BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade û parlamenterê berê yê HDP'ê Ozdal Uçer axivîn.
MÎLANO: Li bajarê Îtaly Mîlano, Komîteya Jinên Welatparêz a Mîlano li komeleya Ponte della Ghîsolfa rojbûna Ocalan pîroz kir. Kurdistanî û dostên wan bi gerandina govendê rojbûna Ocalan pîroz kirin.
LONDON: Bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad li paytexta Îngilîstan Londonê, ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan meşek ji ber xwe ve hat lidarxistin. Ciwanên li Woodgreenê li hev civiyan bi meşa li navenda bajêr re bal kişandin ser tecrîd û komukjiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin û banga berxwedanê kirin. Ciwanan piştî meşê li Navenda Civaka Demokratîk a Londonê çalakiyek lidar xistin û berxwedana şervanên YPS û YPS Jin silav kirin.
VILLENEÛVE: Li banliyoya Saînt Georges a Villeneûve ya paytexta Fransa Parîsê, ji bo pîrozkirina 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Jinên Kurd çalakiyek lidar xistin. Çalakiya li Navenda Civakî ya Cegerxwîn bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Di pîrozbahiyê de zarokan pasta rojbûnê jêkirin û hunermendên TEV-ÇAND'ê jî hunera xwe nîşan dan.
KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê, pîrozbahiya ji bo rojbûna Ocalan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê komuna jinê axaftin hat kirin. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya 4'ê Nîsanê û diyar kirin, zîhniyet mêtînger a koledar bi pêşengya Ocalan hatiye şikandin.
AACHEN: Li bajarê Elmanya Aachenê bi seda Kurdistanî li Mala Gelê Kurd li hev civiyan û rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Firat, Meha Mensûr peyivî.
DRESDEN: Li bajarê Elmanya Dresdenê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrobahiyê de sînevîzyona li ser Ocalan hat nîşandan. Di axaftinên li vir de girîngiya azadiya Ocalan hat destnîşankirin. Dûre şitlê daran hatin çandin û li ber stranan govend hat gerandin. Pîrozbahî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
ATTENDDORN: Li bajarê Elmanya Attenddornê bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Jiyan rojbûna Ocalan tevî zarokan hat pîrozkirin. Di axaftinên li vir de jî banga tevlîbûna li kampanya 'malbata bira' hat kirin.
KASSEL: Rojbûna Ocalan li bajarê Elmanya Kasselê jî hat pîrozkirin. Di çalakiya li Konîgsplatzê de gelek Kurdistanî amade bûn. Zêdeyî 100 Kurdistaniyên li Navenda Çand û Hunerê ya Kasselê li hev civiyan 67 saliya Ocalan pîroz kirin.