Bi wêneyan gera qetlîamkerên Brukselê li Tirkiyeyê!
Dokûmantên tê gotin ên qetlîamkerên Brukselê ne, li Rojava hatin bidestxistin. Albûmên wêneyan ên ji çeteyên qetlîamker hatin bidestxistin nîşan didin ku van çeteyan demeke dirêj li Tirkiyeyê geriyane.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
GIRÊ SPÎ
sêşem, 5 avrêlê 2016, 07:00
Dokûmantên tê gotin ên qetlîamkerên Brukselê ne, li Rojava hatin bidestxistin. Albûmên wêneyan ên ji çeteyên qetlîamker hatin bidestxistin nîşan didin ku van çeteyan demeke dirêj li Tirkiyeyê geriyane.
Belgeyên ji aliyê hêzên YPG û QSD'ê ve bi operasyonên li Kizwan, Hol, Şedadê, Tişrîn û Girê Spî re li biryargehên çeteyan hatin bidestxistin, tê texmînkirin ku yên qetlîamkerên Brukselê Halîd an jî Îbrahîm El Bakroûî ne.
GELO MISIR DESTPÊK E YAN JÎ XETA NAVBERÊ YA DERBASBÛNÊ YE?
Albûma wêneyan nîşan dide, ku endamê çete ji Misirê derketiye yan jî Misir weke cihekî derbasbûnê bi kar aniye. Hat tespîtkirin ku çeteyên ji gelek welatên cîhanê bi rê dikevin, bi rê û rêbazên cuda re xwe digihînin Sûriye, Rojava û Tirkiyeyê.
Çeteyê ku çete li pişt e, berguhk di guh de ye û li korîdorên balafirgehê dimeşe, berî li balafirê siwar bibe û piştî wê çend wêne kişandiye.
Wêne piştî derbasbûna ji korîdora destpêkê ya balafirgehê hatiye kişandin û tevlî ku dema li ser wêne baş xuya nake jî tê dîtin ku hin ji wan di Mijdara 2014'an de hatine kişandin. Wêne ji aliyê kesekî din ve hatiye kişandin, lewma xuya ye çete ne bi tenê ye.
Ji wêneyên di nava balafirê de hatine kişandin, ji ber nivîsa EGYPTAIR-Rêyên Hewayî yên Misirê- ya li ser xuya dike, tê texmînkirin çete ji Misirê derketine. Lê belê nayê zanîn bê Misir destpêka seferê ye yan jî ji bo çûyîna cihekî din Misir weke cihekî navberê hatiye bikaranîn.
Piştî balafir bi hewa ket jî wêne hatine kişandin. Di wêneyan de baskên balafirê jî tên dîtin û ji paceya balafirê xeta perav tevî bajarekî xuya dike. Ji vir tê dîtin, ku balafirgeha balafir xwe lê datîne ya Stenbolê ye. Ji ber zêdehiya balafirên rêyên hewayî yên Tirk a li vê balafirgehê, tê fêmkirin ku ev der balafirgeheke Tirkiyeyê ye.
Tevî wêneyên li balafirê û balafirgehê, ev çeteyê destpêkê bi tena serê xwe li cihekî din jî wêne kişandiye. Li şaneşîna daîreyeke li qatê jorê ya avahiyekê, wêne kişandiye.
JI OBJEKTÎFA ÇETEYAN BÎRANÎNÊN STENBOLÊ!
Ji dîmen û wêneyên hatine kişandin tê fêmkirin, çete bi rehetî li Stenbolê tevdigerin, xwe bi rêxistin dikin û xwedî cihên taybet in. Çeteyên li gelek cihan wêne kişandine, li pêş û hundê Mizgefta Sûltan Ahmet wêne kişandine. Çete li baxçeyekî çay nîşaneya DAIŞ'ê dike û wêne dikişîne.
Navendên bazarê û hin kolan jî ji aliyê çeteyan ve hatine kişandin.
Çeteyan herî zêde li Mizgefta Lutfu Paşa wêne kişandine. Çend çeteyan bi vî çeteyî re li pêş mizgeftê wêne kişandine. Yê ku li pêş vê mizgeftê bi montekî spî tevî çeteyan bi samîmî wêne kişandiye, her çend baş nayê zanîn bê kî ye jî, tê texmînkirin kesekî bi çeteyan re dixebite ye.
BI OTOBUSÊ RE BERÊ XWE DIDE RIHAYÊ
Beriya çend rojan me bi belgeyan navên kurye û nûmareyên wan ên telefonê weşandibûn, ku bi rêya wan ji Stenbolê dihatin balafirgeha Rihayê.
Ji van wêneyan jî tê fêmkirin ku çeteyên li Stenbolê digerin, mîna komên din bi otobusê berê xwe didin Rihayê. Çeteyên li Stenbolê wêne kişandine, di wêneyên otobusê û Rihayê de jî bi hev re tên dîtin.
Çeteyên bi otobusê re derbasî Rihayê bûne, li Gola ji Masiyan û Mizgefta Gola ji Masiyan bi rehetî digerin.
MISIR, STENBOL, RIHA Û KAMPA ÇETEYAN
Bi qasî ku ji wêneyan tê fêmkirin, çeteyên bi rehetî ji Rihayê derdikevin, bi hêsanî sînor derbas dikin û piştre xwe digihînin kamp an jî biryargehên çeteyan ên li Sûriye û Rojava.
GELO EV ÇETE QETLÎAMKERÊN BRUKSELÊ NE?
Balkêş e çeteyên wêneyê wan ên bi çekê li biryargehên çeteyan hatine kişandin, dişibin qetlîamkerên Brukselê.
Bi van belgeyan re careke din îspat bû ku çete di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriye û Rojava dibin.