Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 4 avrêlê 2016, 08:20
67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
HÎLDESHEÎM: Di pîrozbahiya li bajarê Elmanya Hîldesheîmê de li ser navê Heyva Sor a Kurdistanê Yavûz Denîz axivî û li ser kampanya malbata bira axivî. Paşê pasta rojbûnê hat jêkirin û Şaban Kazan; perîhan Solbûdak, Beşîr Rojava û Koma Dengê Rojê derketin ser dikê.
MONCHENGLADBACH: Rojbûna Ocalan li bajarê Monchengladbachê bi pêşengiya jinan hat pîrozkirin. Di axaftina li ser navê Komuna Jinê de hat ragihandin, bi felsefeya azadiyê ya Ocalan re jinan xwe bi rêxistin kirine û veguherîne hêzê. Pîrozbahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.
ESSEN: Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan Şengal bi heman armancê semînerek lidar xist û zarokan pasta jê kirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan kes amade bûn. Pîrozbahî bi tilîlî û qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû
BONN/TROISDORF: Pîrozbahiya li bajarên Elmanya Bonn û Troisdorfê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin. Siyasetmedarê Kurd Îsmet Kem, ji Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Rojîn, Dayika Asiye û Dayika Fevzî axivîn. Zarokan jî pasta jê kirin. Di pîrozbahiyê de hunermend Ayda û Walîd derketin ser dikê. Li bajarê Troisdorfê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan pîrozbahiya rojbûna Ocalan hat lidarxistin.
WÛPPERTAL: Di pîrozbahiya li Navenda Civaka Demokratîk de Hevserok Fatma Ozer û Asmîn Engîn, Meleyê Mizgefta Ehmedê Xanî ya Wûppertalê Evdile axivîn û piştre sînevîzyon hat nîşandan. Piştre pasta hat birîn û hunermend Raûf Keleş, Koma Ajwan, Serhildan Ekîncî û dengbêjên jin derketin ser dikê.
MONTPELLÎER: Li bajarê Fransa Montpellîerê, pîrozbahiya rojbûna Ocalan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî. Li dû axaftina Ceylan ji bo rojbûna Ocalan pasta hat jêkirin. Hozan Kawa, Bêrîvan Arîn derketin ser dikê û gel li ber stranên wan govend gerand.
TORÎNO: Rojbûna Ocalan li bajarê Îtalya Torîno hat pîrozkirin. Di axaftina li ser navê Komîsyona Jinê ya Torîno de hat gotin "Rojbûna Reberê Gelê Kurd roja vejînê ye. Em hêvîdar in wê 4 Nîsanê ji aştî û biratiya gelan re bibe wesîle." Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê, rojbûna Ocalan li komeleya Araratê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de her wiha li hewşa komeleyê dar hatin çandin. Pîrozbahiyê bi gerandina govendê bi dawî bû.
WELS: Li bajarê Awûstûrya Welsê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lînzê pîrozbahiya rojbûna Ocalan hat organîzekirin. Di pîrozbahiyê de zarokan bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" pasta birîn. Nûnerê KCD-E Denîz Dêrsim li vir axivî û dûre Koma Dem, Fevzî Rojava û Memo Navdar bi stranên xwe reng dan pîrozbahiyê.
OSLO: Li paytexta Norwê Osloyê Kurdan û dostên wan hem rojbûna Ocalan hem jî salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz kirin. Pîrozbahiya li salona konferansê ya Dibistna Holmlîa bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li dû axaftin û nîşandana sînevîzyonê Koma Zagors a herêmî, Nebez Makûryanî û gelek hunermendên derketin ser dikê. Pasta rojbûnê jî ji aliyê jinan û xaziyan ve hat birîn.