Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi wesîla 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 4 avrêlê 2016, 12:47
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, bi wesîla 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.
GOTEBORG: Li bajarên Swêd Goteborgê, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li salona sporê ya Sjûmîlan çalakiyek hat lidarxistin. Di axaftinên li vê derê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û hat destnîşankirin, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP wê nikaribin têkoşîna mafdar a Kurdan têk bibin. Kurdistaniyan li ber stranên hunermend Ferzîn Hewramî û Hemê Hecî govend gerandin.
MALMO: Li bajarekî din ê Swêdê Mamlo, bi heman armancê li salona dawetê ya Palatset pîrozbahî hat lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Welat Bagok di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser girîngiya Newrozê û rojbûna Ocalan ji bo Kurdan û gelên herêmê û got, "Diyariya me ya herî mezin a ji bo Rêber Apo wê avakirina civakeke demokratîk be." Li dû axaftinan Kale Ateşî, Hemê Hecî, Cemîle Pîre, Hozan Xoşnav û Nûarîn hunera xwe pêşkêş kirin.
MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê, bi pêşengiya Komuna Jinê ya Sara, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku Ciwanên Jin, YXK Munchen û Ciwanên Azad jî lê amade bûn, berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Qisekeran destnîşan kirin, ku xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li mirovahiyê ye.
DÛÎSBÛRG: Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê, bi beşdariya nêzî 400 Kurdistaniyan rojbûan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Ji Komîteya Jinê Riha Amed di axaftina xwe ya li vir de berxwedana YPS û YPS Jinê sialv kir. Piştî nîşandan sînevîzyona li ser jiyana Ocalan, Koma Rizgar û Selocan derketin ser dikê, koma zarokan a govendê ya bi navê Koma Evîna Sarya hunera xwe pêşkêş kir.
DRAGÛÎGNAN: Li başûrê Fransa Bajarê Dragûîhnanê bi şahiyeke ku bi sedan kes lê amade bûn, 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li vir peyivî û destnîşan kir, ku bi bilindkirina berxwedana xwe re ew ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û Kurdistana xweser a demokratîk ava bikin. Di pîrozbahiyê de Hozan Cuneyt, Bengî Agirî, Koma TEV-ÇAND'ê ya Marsîlya û Kawa Ûrmiye derketin ser dikê.