Li Swêdê ji bo azadiya Ocalan çalakî
Li Swêdê ji bo balê bikişîn ser tecrîda garan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.
Li Swêdê ji bo balê bikişîn ser tecrîda garan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.
Li Swêdê ji bo balê bikişîn ser tecrîda garan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya ku li pêşiya avahiya parlementoya Swêdê hat lidarxistin, zarokên Kurd yên ku dibistan baykotkirin, beşek jî beşdar bûn.
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) çalakiya ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiy Wî saet derdor, 14:00’an de li Parka Hemlegarden a Stockholmê derstpê kir.
Kurdistaniyên ku beşdarî xwepêşandan bi şiyara “Ji bo Ocalan azadî, ji bo Kurdistan statû” û “Jin ji bo Rêbertiya xwe û azadiya Wî di çalakiyan de ne” bûne, li gel helbest û merşên Kurdî ber bi avahiya Parlementoyê ve ketin meşê.
Kurdistaniya di meşê de bi belavokanên ku kiryarên Erdogan û hikûmeta AKP’ê tîne ziman, raya gişti agahtar kirin û dirûşmeyên “Biji Serok Apo”, ”Şehit namır ın” û “Qatil Erdogan” berz kirin.
Piştî daxwûyaniyên bi Kurdî û Swedî li pêşiya avahiya parlamentoyê hatin xwedin, Girseyê bi dirûşimê ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û terora dewletê protesto bikin berz kirin û meş bi dawî bû.