Medîco: Leşkerên Tirk dest datînin ser malzemeyan û li ser navê xwe belav dikin

Xebatkarê Medîco Înternatîonal Thomas Seîbert da xuyakirin, ku leşkerên Tirk malzemeyên alîkariyê yên desteser kirine, di bi navê 'alîkariya leşkeriyê' de belav dikin.

Dewleta Tirk a ku pêşî li alîkariya însanî ya ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê girt û gelek xebatkarên alîkariyê binçav kir, bi desteserkirina şaredariyan re derb li hewldanên alîkariyê xist. Leşkerên Tirk bi dek û dolaban, alîkariya desteser dikin, weke 'alîkariya xwe ya însanî' belav dikin.

Ji xebatkarên saziya alîkariyê ya bi navê Medîco Înternatîonal a navenda wê li bajarê Elmanya Frankfûrtê ye Thomas Seîbert, der barê mijarê de ji malpera Telepolîsê re axivî. Seîdert da xuyakirin, ku tevî alîkariya madeyên xwarinê yên beriya niha ji bo Kurdistanê şand, ew hewl didin malzemeyên tibî, paqijî û înşaetê jî bigihînin.

DESTÛR JI TIR'AN RE NAYÊ DAYÎN, QEMYONETÊN TÊN KIRÊKIRIN JÎ CEZA LI WAN TÊN BIRÎN

Thomas Seîbert diyar kir, ew hewl didin alîkariyê bigihînin bajarên Sûr, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Dêrik, Farqîn, Şirnex û Geverê yên ji aliyê dewletê ve hatine xerakirin û anî ziman, wan xwestin vê alîkariyê bi TIR ên xwe bişînin. Seîbert da zanîn, ku ji ber mezinbûna van TIR'an polîsên Tirk destûr nedane û ragihand, li ser vê yekê ew neçar man e qemyonetan kirê bikin.

Rayedarê Medîco diyar kir, ev qemyonetên ew wan bi saziyên herêmî yên alîkariyê re kirê kirine, her roj ji aliyê polîsan ve bi cezayên giran tên cezakirin û got, xwediyên qemyonan ji pereyê digirin gelekî zêdetir ceza didin.

ARTÊŞA TIRK MALZEMEYÊN DESTESER KIRIYE, WEKE 'ALÎKARIYA XWE' BELAV DIKE

Thomas Seîbert da zanîn, ku li gelek cihan polîsan avêtine ser TIR an jî depoyên malzemeyên alîkariyê lê ne û ragihand, ku malzemeyên alîkariyê hatine desteserkirin û ancax bi rêya parêzeran piştî çend rojan wan malzemeyên xwe vegerandine.

Rayedarê Medîco diyar kir, li hin cihan leşkerên dest danîne ser malzmeyean, mîna 'xêra artêşê ye' van malzemeyên wan li ser navê xwe belav dikin û bal kişand ser vê helwesta bê exlaq a artêşa Tirk.

XEBATKAR TÊN BINÇAVKIRIN Û BI 'ENDAMETIYA PKK'Ê TÊN SÛCDARKIRIN

Li gorî agahiyên ji aliyê rêveberê Medîco Înternatîonal ve hatine dayîn, ji bo pêşî li alîkariya ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê re tê şandin were girtin, xebatkarên alîkariyê belav dikin tên binçavkirin û telefonên wan ên destan tên desteserkirin. Seîbert da xuyakirin, ku ew bawer in ev astengî di encama xebateke îstîxbaratê de tên kirin, ji ber ku bi taybetî malzemeyên komeleya alîkariyê dide Rojava tên astengkirin.

Seîbert ragihand, li ser sînorê Rojava, alîkarî bi hinceta 'Alîkarî ji PKK'ê re tên kirin, tên astengkirin.

'PIŞTÎ DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN Û ERKDARKIRINA QEYÛMAN, PARTNERÊN HERÊMÎ NEMAN'

Thomas Seîbert da xuyakirin, ku ji ber desteserkirina şaredariyên DBP'yî û girtina ji wezîfeyê ya nûnerên gel, li herêmê saziyeke ew pê re bixebitin nema ye û got, qeyûm 'naxwazin alîkarî bê kirin'. 

Seîbert destnîşan kir, ku hikûmeta Elman ti destekê nade alîkariya ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê û diyar kir, hikûmeta Elman bi tenê bi rêveberiya PDK'ê ya li Başûrê Kurdistanê re dixebite. Seîbert bibîr xist, ku PDK jî ambargo daniye ser Rojava.