Tecrîd û desteserkirina şaredariyan li Parîsê hatin şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê bi çalakiya rûniştinê hatin şermezarkirin.

Li ser banga Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F), girseya gel li ber avahiya Opera ya li Parîsê li hev civiya û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê, ACTÎT, ATÎK û Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî duh êvarê saet di navbera 19:00-23:00 de pêk hat û pankarta bi nivîsa "Bimire komploya navneteweyî" hat vekirin.

Çalakgeran dirûşmên "Ji Ocalan re azadî" û "Dewleta faşîst ji Kurdistanê bicehime" qîriyan. Di çalakiyê de li ser zext û zordariya dewleta Tirk a li Kurdistanê belavok hatin belavkirin.