Li Stenbol bi ser 21 navnîşanan de girtin: 15 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinên li ser 10 navçeyên Stenbolê de herî kên 15 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê bi ser Maltepe, Ataşehîr, Umraniye, Sancaktepe, Sûltanbeylî, Fatîh, Sûltangazî, Esenyûrt, Zeytînbûrnû û Kuçukçekmece û 21 navnîşandan de girtin. Di serdegirtinên ji aliyê tîmên Midûryeta Şaxê Têkoşîna bi Terorê re (TEM) di danê sibehê de hate lidarxistin de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de Yucel Bozkûrt, Remziye Atalar, Memet Çeçen, Sayît Alptekîn, Kudret Sanamali, Kenan Demîr, Ercan Ertaş, Mûsa Barin, Emrûlah Tosûn, Osman Akman, Hakan Ertekûş û 4 kesên ku navê wan nehatin zanîn birina Şaxê TEM’ê yê li ser Rêya Vatanê.