Sariyildiz vê carê li pêşiya NY bang kir: Kurd nirxên mirovatiyê diparzin ya hûn?

Sariyildiz ê ku duh di 33. Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yî de bang kir, îro li pêşiya NY axivî. Sariyildiz qetlîamên li Kurdistanê tên jiyîn bi bîr xist û wiha got: “Kurd berdêlan dide û nirxên mirovatiyê diparêzin ya hûn?

Sariyildiz ê ku duh di 33. Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yî de bang kir, îro li pêşiya NY axivî. Sariyildiz qetlîamên li Kurdistanê tên jiyîn bi bîr xist û wiha got: “Kurd berdêlan dide û nirxên mirovatiyê diparêzin ya hûn? Carekî din bang kir ku NY li erka xwe rabe.

33. Rûniştina Mafê Mirovan a Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY dewa dike, Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê ku bi armanca dengê xwe bigihînin rûniştina NY’yê, li Navenda Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyek li dar xistin. Çalakiya ku bi armanca protestokirina polîtîkayên dewletaTirk a li dijî Kurdistanê û NY li dijî Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê, li gel bi sedan Kurdistanî Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî beşdar bû û li vir axivî.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku piştî 10 xalên destpêkê yên ku di Hevpeymana Mafê Mirovan a NY de hate nivîsandin û şûn de xetek li ser van 10 xalan de kişandin, pankartên mîna “Li nava NY çi tê axaftin? Li Kurdistanê qirkirin heye. Mafê jinan nîne, mafê zarokan nîne, Sûr û Cizîr hatin hilweşandin, li nav we de têkildarî mafê mirovan çi tê axaftin û Tirkiye bila bê darezanin” hatin vekirin. Dîsa di çalakiyê de dowîzên mîna “Sûr di bin parastina mîrasê UNESCO yê de bû hate hilweşadin, NY bêdenge”, Zarokên Kurd hatin qetilkirin UNICEF li kû ye”, “Jinên Kurd hatin qirkirin, hevpeymana mafê jinan a NY li kû ye”, “Dewleta Tirk faşîst û talenkere, lê hê jî di endamtiya NY de ye”, “ NY li erka xwe rabe” hatin bilindkirin, dirûşmên “NY mudaxeleyî Tirkiyeyê bike” û “Terorîst Tirkiye” hatin qîrkirin.

Duh di 33. Rûniştina Mafê Mirovan a Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY de Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî û qetlîamên ku li Cizîrê hatin kirin xiste rojeva hemû cîhanê, bang li NY kir ku li peywira xwe rabin.

 Sariyildiz wiha got: “Îro li Kurdistanê hem di nava hovîtiya dewleta Tirk û hem jî li dijî vê hovîtiyê di nava berxwedanekî pir mezin de dijîn.”

 ‘KURD LI ROJHILATA NAVÎN NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIPARÊZIN YA HÛN?’

Sariyildiz binî xet kir ku îro li Rojhilata Navîn Kurd nirxên mirovahiyê diparêzin û wiha got: “Ji bo vê qirêjiya DAIŞ’ê ya ku li serê tevahî cîhanê bûye bela rizgar bike gelê Kurd pir berdêlên mezin dan. Gelê me li dijî polîtîkaya înkarê ya sedsalî li ber xwe dide. Îro her ku zarok tên qetilkirin, sûcê hêzên desthilatdar ên ku sîstema vê cîhanê pêk anîne. Em hê jî êşa hêzên desthilatdar ên ku ji beriya sed salan welatê me kirine 4 parçe dikişînin. Lê di rewşa heyî de rûhê azadiyê ev 40 sal in li ber xwe di de. Îro li Rojava û Bakurê Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn Gelê Kurd ji bo nirxên mirovahiyê li ber xwe dide û diparêze.

‘HETA KU NY ER Ê NEKE TIRKIYE NIKARE BIKEVE XAKA ROJAVA’

 Sariyildiz dagirkirina xaka Sûriyeyê ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi zimanekî hişk rexne kir, ketina Tirkiyeyê ya xaka Sûriyeyê tenê ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê bêhna xwe vedin û xwe komî ser hev bike. Sariyildiz wiha anî ziman: “Îro vîna herî mezin a polîtîk ku NY ye ku ji DYE, Rûsya û welatên din pêk tên, bêy er ê kirina wê dewletaTirkiye nikare bikeva xaka Sûriyeyê û Cerablûsê dagir bike. Cîhanê rê da ketina Tirkiyeyê ya Cerablûsê vê yekê jî hişt ku di demekî kûrt de DAIŞ tine nebe û belav nebe. Berpirsên vê yekê hêzên Cîhanî û NY ne.”

 ‘DIVÊ BI LEZGÎN DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN’

Sariyildiz bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku tenê fikrên Ocalan wê Rojhilata Navîn ji vê qirîzê rizgar bike. Sariyildiz li dijî vê hewldana tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bang li hêzên navneteweyî kirin ku erkên xwe bi cih bînin. Sariyildiz destnîşan kir ku siyaseta ku Tirkiyeyê diparêze di aliyekê de şerê ku li Rojhilata Navîn hê kûrtir dike.

‘EM AMADENE KU HEMÛ BELGEYÊN QETLÎAMA CIZÎRÊ BIDIN NY’YÊ’

Sariyildiz carekî din qetlîama Cizîrê bi bîr xist û bang li NY kir û wiha pê de çû: “Têkildarî qetlîama Cizîrê hemû belgeyên pêwîst li gel me ne, em amaden ku van belgeyan radestî NY bikin. Em amadene ku ka çawan bi sedan welatiyên sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, mirov çawan bi saxî hatin şewitandin, hemû belge bi şahidiyên xwe yên zindî ve bidin NY’yê. Li Cizîrê ne tenê Kurd mirovatî hate şewitandin, ez li vir carekî din bi bîr dixim ku yên hûn wan diparêzin çawan nirxên mirovatiyê tine kirin. Divê hûn li erka xwe ya ku dikeve ser mile we bi cih bînin.”

Piştî Sariyildiz li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê daxuyanî hate dayîn, bal kişan ser polîtîkayên dewleta Tirk a ku dixwaze li Kurdistan û Rojava pêk bîne, daxwaz kirin ku NY mudaxeleyî Tirkiyeyê bike.

...