Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan stand hate vekirin
Li paytext Stockholm a Swîsreyê komek Kurdistanî, bi daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Mynttorget a li nêzî avahiya parlementoyê stand vedan.
Li paytext Stockholm a Swîsreyê komek Kurdistanî, bi daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Mynttorget a li nêzî avahiya parlementoyê stand vedan.
Kurdistaniyên ku pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Aştî” vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hildan, têkildarî çalakî û armanca wan belavok û broşur hatin belavkirin.
Dem dem çalakvanan axaftin jî kirin, bang hate kirin ku êdî divê Swîsre û Yekîtiya Ewropa dawî li bêdengiya xwe ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne, ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan.