'Em bi erka xwe ya mirovahiyê radibin'

Hasan Karakoç birayê Ridvan Karakoç ê di binê çavan de hat windakirin, da xuyakirin ku weke xizmên windayan ew her Şemiyê li Galatasarayê bi erka xwe ya mirovahiyê radibin. Karakoç bang li her kesî kir ku di kombûna hefteya 600. de amade bin.

Dayikên Şemiyê wê vê hefteyê cara 600. li Galatasarayê li hev bicivin. Xizmên windayan ku çalakiya xwe ya destpêkê ya rûniştinê di 27'ê Gulana 1995'an de li Galatasarayê pêk anîn, ev 600 hefte li aqûbeta xizmên xwe dipirsin û dixwazin berpirsyar bên cezakirin.

Yek ji malbatên ev 21 sal in têdikoşe, malbata Ridavn Karakoç e. Ridvan Karakoç ê di Sibata 1995'an de hat binçavkirin, cenazeyê wî hingî ji aliyê malbata Ocak a li Hasan Ocak digeriya, bi tesadufî hat dîtin. Malbata Ocak di qeyda tipa edlî de wêneyê Ridvan Karakoç dît û li ser vê yekê dozgeriyê piştî sê mehan agahî da Karakoç. Li gorî qeyda Saziya Tipa Edlî, bedenê ku li daristana herêma Dedeler a gundê Bozane yê Beykozê ji aliyê gundiyan ve hat dîtin, di 26'ê Adarê de radestî Saziya Tipa Edlî hat kirin û piştre li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hat veşartin. Di 28'ê Gulana 1995'an de têkildarî cenaze agahî ji malbatê re hat dayîn. Malbatê di 3'ê Hezîranê de cenaze ji cihê lê hat veşartin derxist û li Goristana Gazî veşart.

BI HEZARAN KES WÊ LI GALATASARAYÊ BIN

Hasan Karakoç birayê Ridvan Karakoç beriya çalakiya rûniştinê ya 600. axivî û got, "Çawa ku di hefteya 500. de em bi deh hezaran kes li hev civiyan, di hefteya 600. de jî em ê bi hezaran kes li Galatasarayê li hev bicivin."

Hasan Karakoç bibîr xist, ku wan cenazeyê kekê xwe dîtine û got, "Me cenazeyê kekê min dît û li gorî urf û adetên xwe veşart. Bi awayekî me şîna xwe girê da. Lê belê dest ji têkoşîna xwe berneda. Ji ber ku hêz bi hezaran winda hene. Gelek malbat hene ku hestiyekî windayên wan bi dest neketine. Ev mirov 20-25 sal in di nava şînê de ne. Ne dikarin qebûl bikin ku mirin e, ne jî hêviyeke wan heye ku sax bin. Hesteke ecêb e û gelekî giran e."

EM DIXWAZIN MIROVÊN DIN HEMAN ÊŞÊ NEKIŞÎNIN

Karakoç diyar kir, dema ku wan 21 sal beriya niha li meydana Galatasarayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, xwestin ku mirovên din heman êşê nekişînin û got, "Me xwest berpirsyar werin darizandin. Lê belê di vî warî de gavek jî nehat avêtin. Ya ku hinekî ber dilê me rehet dike ew e; dema me dest bi çalakiyê kirin bûyerên windakirinê gelek bûn, lê bi demê re kêm bûn. Lê neqediya. Ebûbekîr Denîz û Serdar Taniş, herî dawî jî Hurşît Kulter hat windakirin. Li Sûrê, Cizîrê, Silopiyayê, Nisêbînê bi sedan mirov bi rengekî wehşî li jêrzemînan hatin şewitandin û qetilkirin. Windakirina mirovekî, me gelekî dêşîne. Em dixwazin dewlet dest dabêje rewşê, aqûbeta mirovên hatine windakirin zelal bike û berpirsyaran darizîne. Em dixwazin ew arşîvên li odeyên kozmîk tên girtin, bên eşkerekirin. Ev 20 sal in em vê daxwaza xwe bilêv dikin. 20 salên jî pêwîst be, 40 sal, 100 salên din jî lazim e, em ê dest ji vê têkoşîna xwe bernedin."

NIFŞÊ 3. VÊ TÊKOŞÎNÊ DEWR DIGIRE

Ji xizmên windayan Hasan Karakoç da xuyakirin, ku êdî nifşê 3. têkoşîna li meydana Şemiyê dewr digirin û got, "Dayikên me ev têkoşîna dan destpêkirin û bavên me tevlî bûn. Em ciwan bûn, emrê me li wê meydanê mezin bû. Niha jî nişfê piştî me dewr digire. Eger dewlet aqûbesta windayên me eşkeren eke, ev çalakî wê sed salên din jî dewam bike.

Karakoç anî ziman, ku çalakiya Şemiyê piştî çalakiya Dayikên Plaze De Mayo yên Arjantînê çalakiya duyemîn a herî demdirêj a cîhanê ye û destnîşan kir, ku kombûna Şemiyê erkek însanî ye. Karakoç got, "Em bi vê erka xwe ya mirovane radibin. Weke pîvanek xwedîderketina li nirxên xwe dibînin. Windakirin sûcê li dijî mirovahiyê ye û li dijî vî sûcî em ji bo mirovahiyê têkoşîneke pîroz dimeşînin."