Şahidê Cizîrê: Dewlet tevî çekên xwe yên giran li Cizîrê têk çû

Ji şahidên komkujiya li Cizîrê Metîn Findik got, dewlet niha hewl dide şahidan ji holê rake. Findik diyar kir, ku ew amade li her cihî qala vê komkujiyê bike.

Ji şahidên komkujiya li Cizîrê Metîn Findik got, dewlet niha hewl dide şahidan ji holê rake. Ji şahidên komkujiya Cizîrê Midûrê Pênûsa Taybet a Şaredariya Cizîrê Metîn Findik, tişta dît ji ANF'ê re vegot.

Yek ji kesên ku piştî komkujiya li Cizîrê dewletê êrîş bir ser wan, Metîn Findik e. Findik ji ber zext, zordarî û êrîşên dewleta Tirk neçar ma tevî malbata xwe sirgûn bibe û bê Swîsreyê. Li kampa penaberan a li bajarê Lozanê em bi Findik re axivîn. Findik destnîşan kir, ku ew ê ji niha û pê ve hewl bide komkujiyê ronî bike û rê li ber darizandina berpiryaran veke.

Findik diyar kir hem ji ber xebatên siyasî ku di nav de bû û hem jî ji ber peywira wî ya di şaredariyê de ji serî ve ew şahidê bûyerên li Cizîrê bû, wiha got, "Piştî ku pêvajoya çareseriyê ji hêla hikûmetê ve hate qedandin, ciwanan bi awayekî mafdar li dij biserdegirtin û girtinên polîsan dest bi danîna barîkatan kir, hate gotin ku li Cizîrê dewlet amadekariya komkujiyan dike."

'DEWLETÊ ÇEKA HERÎ GIRAN BI KAR ANÎ'

Findik da xuyakirin, artêşa Tirk bi çekên herî giran êrîş bire ser ciwanên li ber barîkatan û got, "Em hovîtiya li jêrzemînan dît, çeka kîmyewî jî di nav de gelek çek hatin bikaranîn û mirovên bêguneh bi zindî hatin şewitandin. Dewleta Tirk komkujiyeke wiha li Cizîrê pêk anî, ti caran di dîroka mirovahiyê de wê neyê jibîrkirin."

Findik wiha pê de çû, "Hemû bajar beriya ku komkujî pêk were hate dorpêçkirin. Çi cihên ku bikarîbûn biçûnê sekvan bi cih kirin. Bêyî ku bibêjin ev zarok e, yixtiyar e, jin e, çi bilebitiya lê direşandin. Bi vê rêbazê re, di dema ‘qedexeya derketina derve’ de xwestin Cizîrê vala bikin. Mirovan nikarîbûn birîndar û cinazeyên li ber mala xwe rakin. Ku bikarîbûna birîndaran rakin jî nikarîbûn wan bibin nexweşxaneyê."

'AMBÛLANSÊN DEWLETÊ BIRÎNDAR NEDIBIRIN'

Metîn Findik diyar kir, "di dema komkujiya Cizîrê de ambûlansên 112’ê yek birîndar jî ranekirin, yek cinaze jî ji cihê bûyerê nebirin" û wiha dom kir:

"Dema ku me ji wan re digot li kuçeyê birîndar an jî cenaze hene wan ji me re digot, 'cihê ku hûn dibêjin ne ewle ye, bila ambûlansa şaredariyê yan jî gel wan bibe cihekî ewle em ê ji wir rakin'. Ji bo wan qet rîsk nebû ku biçin cihê bûyerê, ên ku li ber xwe didan qet guleyek jî neavêtin wan lê wan tim ev dixistin rojevê û mirov li ber mirinê dihiştin.

Dema ku mirovan jiyana xwe dixistin rîskê û dibirin cihê ku wan digot jî, leşkeran êrîş dikirin. Li gel vê jî mirovan hin birîndar birin cihê ku wan dixwest.

'PIŞTÎ KU HER TIŞT KONTROL KIRIN DEST BI KOMKUJIYÊ KIRIN'

Ji ber peywira min a şaredariyê dema ku me dixwest wesatiya cinaze û ambûlans an jî ji bo agirê li bînahiyekê bitefînin agirkuj dişand pêdivî pê hebû em li 155 û 112’ê bigerin. Dema ku em digeriyan jî bi ti awayî bersiv nedidan me yan jî dema ku birîndar dimir û xanî dibû xwelî li me vedigeriyan. Ango her tişt kontrol dikirin û li Cizîrê komkujî pêk anîn.

Hemû gotinên ku digotin, 'ambûlans diçin lê kes dernakeve' tev derew bûn. Dewlet plana komkujiyê beriya bi mehan amade kiribû, di dema 'qedexeya derketina derve' de gav bi gav pêk anî.

Wesayita şaredariyê çû cenazeyên li jêrzemînê rakir, ez bi xwe neçûm. Tenê kesên ku di lîsteyê navên hebûn û ji bo qeymeqamiyê hatibû şandin dikarîbûn biçin.

Piştî operasyon qediyan û qedexe rabû em çûne wê deverê. Yanî hêza kesî têrên naka ku tiştên  li wir bibêje. Di jêrzemînên 1., 2. û 3. de parçeyê herî mezin ê moloza bi qasî destê min bûn. Piştî ku hatibû şewitandin ew der hatibû paqijkirin û ji bo ku ser delîlan bigirin molozên wan bi pûtepêdanî biribûn devereke dî. Ji bo ser delîlan bigirin moloz biribûn. Ji bînahiya 5 qetî herî pir kamyoneke moloz mabû.

Cihê jêrzemînên 2. û 3. me dernedixist ji ber ku li derdorê tiştek li ser piyan nemabû. Jêrzemîna pêşî ji ber ku li gorî wanê dî hê qeyîmtir bû qata jêrzemînê nerûxiyabû. Hundir rûxiyabû. Dema ku em li wir jî hê parçeyên cendekan hebûn.

Ji xwe ji cinazeyên ku piştî dane malbatan hişkere bû ku mirov hatine şewitandin.’’

'ÊN KU HATIBÛN QETILKIRIN SIVÎL BÛN'

Findik diyar kir, berevajî tiştên ku dewletê digot, ên ku li Cizîrê hatin qetilkirin ciwanên zanîngehê bûn ku ji bo piştgiriyê hatibûne Cizîrê. Findik anî ziman, di ambûlansan de jî leşkeran xwe vedişartin û gule li wan kesan direşandin ku dixwestin birîndaran bibin ambûlansê.

'DEWLET LI CIZÎRÊ TÊK ÇÛ'

Findik da zanîn, li gel çekên giran jî artêşa Tirk li hemberî berxwedana ciwanan têk çûye û têkildarî Mehmet Tûnç jî got : "Li Cizîrê her kes Mehmet Tûnç baş nas dike. Mehmet Tûnç lehengê gel ê rastîn bû. Tim di çîrokên wêjeyî de behsa lehengên gel têne kirin, ku ji bo Kurdan dastana lehengiya gel were nivîsîn wê ev bi teqezî Mehmet Tûnç be.

'MEHMET TÛNC LEHENGÊ GEL BÛ'

Hemû jiyana xwe bi têkoşîna ji bo azadiya gel derbas dikir. Li Cizîrê civata her kesî bi Mehmet Tûnç re hebû. Carinan dema ku li nav gel stran digot û carinan jî dema ku şîroveyên siyasî dikir em lê rast dihatin. Mehmet Tûnç moral û kêfxweşî dida Cizîrê. Li Cizîrê navenda jiyanê bû."

'EZ AMADE ME KU LI HER DEVERÊ KOMKUJIYÊ BIBÊJIM'

Nivîsevanê Taybet ê Şaredariya Cizîrê Metîn Findik diyar kir ku ew amade ye di hemû dozan de yên li Ewropayê bibe şahid û got, "Ji bo hovîtiya li Cizîrê derbikeve meydanê ez amade me tiştên ku jiyam û min dîtin vebêjim. Ji bo însanên ku bi saziyên navneteweyî re têkildar in ez ê her tiştî bibêjim. Ez ê dev ji vê dozê bernedinm. Qet bêdeng nemînim."

...