Huseyîn Kaya, di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de roja 12'ê Tîrmeha 2013'an de ji aliyê polîsên Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Îzmîrê ve hatibû binçavkirin. Di dema binçavkirinê de polîsan îşkence li Kaya kiribûn. Her wiha di dema birina tiwaletê û nexweşxaneyê de serê wî li dîwêr hatibû xistin.
Ji ber vê lêdan û îşeknceyê Kaya rakirin Klînîka Tipê ya Lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîne û Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê. Ji Kaya re rapor hatibû dayîn ku di dema îşkenceya li binê çavan de xisar li serê wî çêbûye, lê şopên lêdanê yên li bedena wî li raporê nehatibû nivîsandin.
Kaya piştre giliyê polîsên li qereqolê îşkence li wî kiribûn, kir. Serdozgeriya Komarê ya Îmzîrê di lêpirsîna li ser vê yekê de bi îdîaya 'di dema binçaviyê de li ber wezîfedaran rabûye, nehiştiye wezîfedar karê xwe bikin' biryar da ku vî gilî neşopîne.
Li ser vê yekê parêzera Kaya Nezahat Paşa bi hinceta ku lêpirsîneke xurt li ser îşkenceya di binê çavan de nehatiye meşandin, ev biryar bi ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB). DDB jî ji ber heman sedemê biryar da ku dosya ji nû ve vebe.
Paşa da xuyakirin, ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn erênî ye û got, "Wê li şahidan û mexdûr were guhdarîkirin. Ji ber ku dosya îşkenceyê ji nû ve tê vekirin, ev biryar erênî ye."