Desteserkirina şaredariyan li Ûppsalayê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala yê Swêdê dijîn, desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan û girtina Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors şermezar kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala yê Swêdê dijîn, desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan û girtina Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de ku li meydana Storatorgetê pêk hat, pankarta bi nivîsa "Bila Alp Altinors were berdan, karê 24 şaredaran radestî wan bê kirin" hat vekirin û alên PKK, KCK, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Ûppsala axaftin hat kirin û girtina Altinors û desteserkirina 24 şaredariyên Kurd hatin şermezarkirin.
Qisekeran bang li Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê kirin, ku li ber darbeya AKP'ê ya li dijî şaredariyên Kurda rabin.
Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên li dijî hikûmeta AKP'ê û Erdogan qediya.