Mehmet Altan hat girtin
Ji malbata Altan Prof. Dr. Mehmet Altan ê berî 12 rojan hat binçavkirin, hat girtin. Rojnamevan-nivîskar Ahmet Altan jî serbest hat berdan.
Ji malbata Altan Prof. Dr. Mehmet Altan ê berî 12 rojan hat binçavkirin, hat girtin. Rojnamevan-nivîskar Ahmet Altan jî serbest hat berdan.
Prof. Dr. Mehmet Altan birayê rojnamevan-nivîskar Ahmet Altan, piştî ragirtina li Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Stenbolê, duh birin Qesra Edaletê ya Stenbolê.
Her du birayên Altan, bi îdîaya "Alîkarî dane FETO û propaganda wê kirine, hewl dane hikûmetê hilweşînin" bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin. Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar biryar dar bi şertê kontrola edlî Ahmet Altan bê berdan. Dadgehê biryara girtina Prof. Dr. Mehmet Altan da.