Nûnerên civaka Kurd a li Danîmarkayê bi Rêxistina Efûyê re rûniştin
Heyetek ji nûnerên saziyên Kurd ên li Danîmarkayê, bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtinek pêk anî.
Heyetek ji nûnerên saziyên Kurd ên li Danîmarkayê, bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtinek pêk anî.
Nûnerên Kurd ji aliyê sekretera giştî ya seksiyona Danîmarkayê ya Rêxistina Efûyê Trîene Chrîstensen û nûnerên saziyê Claûs Jûûl û Stînne Lyager Bech ve hat pêşwazîkirin.
Heyetê ji nûneran re ragihand ku mafên bingehîn ên însanî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê hatine standin û destnîşan kir, ku zexta li Ocalan tê kirin û siyaseta li dijî gelê Kurd yek e. Heyetê bêdengiya Rêxistina Efûyê ya di vî warî de rexne kir.
Di dema hevdîtinê de heyetê li ser pêla girtin û binçavkirinê ya piştî 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê destpê kir, desteserkirina şaredariyên DBP'ê û dagirkirina Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, agahî da. Di hevdîtinê de rewşa girtiyên Kurd ên li Îranê jî hat rojevê.
Nûnerên Rêxistina Efûyê jî dan xuyakirin, ku nûnerên wan ên li Tirkiyeyê ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatine teşhîrkirin û bal kişandin ser zextan. Nûneran diyar kirin, ew niha amadekariyê dikin ku ji bo rewşê bixin rojevê raporekê binivîsînin û wê encama vê hevdîtinê jî ji buroya xwe ya navendî re ragihînin.