Li Atînayê li dijî qeyûman çalakiya nobedê ya bê dem

Ji bo li dijî hewldanên hikûmeta AKP’ê ya ku li Kurdistanê pêk tîne, li Atînayê çalakiya nobedê ya bê dem hate destpêkirin.

Meclîsa Gelê Kurd a li Atînayê, ji bo li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku bi qeyûman şaredariyên DBP’ê desteser kirine, li qada Sytagma a paytext Atînayê, çalakiya nobedê ya bê dem destpêkirin. Kurdistaniyên ku li Qada Sytagma ya bajarê Atînayê cihê herî qelebalixe kom bûn, wê di saet 17:00’an de dest bi çalakiya nobeda bê dem a roja yekem bikin. Kurdistaniyên ku li qadê stan danîn û al û pankart daliqandin, belavok belavkirin û kesên ku standê jî ziyaret dikin têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şaredariyan jî agahdar dikin.

Sosyalîstên Tirkiyeyî jî daxuyakirin ku wê ew jî piştgiriya çalakiya nobetê bikin û wiha gotin: “Ji bo li dijî AKP’ê û faşîzma Erdogan em li Kurdistan û Tirkiyeyê li gel eniya demokratîk cih digirin.” Li gel Sosyalîstên Tirkiyeyî jî gelek rêxistinên girseyî yên li Yewnanîstanê diyarkirin ku wê piştgirî bidin çalakiyê.

Di daxuyaniya ku li ser navê Meclîs Gelê Kurda a Yewnanîstanê jî hate gotin ku bi dosyayên ku amadekirî wê tevahiya hefteyê wê li partî, sazî û rêxistina belav bikin. Di daxuyaniyê de bang li hemû Kurdistaniyên ku li Yewnanîstanê dijîn di saet 17:00’an de li Qada Syntagma yê beşdarî çalakiya nobetê ya bê dem bibin.

Wê çalakiya nobetê heta saet 23.00’an dewam bike.

 

...