Ji bo îfadeyê bang li hevserok û wekîlên HDP’ê kirin
Dozgeriya Komarê ya Wanê bang li 8 wekîlên HDP’ê kir, ku îfadeyê bidin.
Dozgeriya Komarê ya Wanê bang li 8 wekîlên HDP’ê kir, ku îfadeyê bidin.
Dozgeriya Komarê ya Wanê, Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de bang li 8 parlamenterên HDP’ê kir, ku îfadeya bidin. Axaftinên wekîlan ên ku li bajaran kiribûn weke hincet hatin nîşandan. Tê îdîakirin ku HDP’yî ‘Propagandaya rêxistinê kirine’’ û ‘Heqerat li Erdogan kirine.’’
Wekîlên ku ji bo îfadeyê hatine xwestin ev in : “Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Pervîn Buldan, Lezgîn Botan, Adem Geverî, Bedîa Ozgokkçe Ertan, Hezer Ozturk, Nadir Yildirim.”