Darbeya AKP'ê dewam dike: Doz li Yuksekdag hat vekirin
Dadgeriya Tirk doz li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag vekir.
Dadgeriya Tirk doz li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag vekir.
Darbeya siyasî ya hikûmeta AKP'ê ya li dijî HDP'ê dewam dike. Li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag doz hat vekirin. Piştî ku gilînameya li dijî wê hatibû amadekirin hat qebûlkirin, doz lê hat vekirin.
Ji bo tevlî rûniştina 7'ê Mijdarê ya li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bibe, dadgeha Tirk bang li Yuksekdag kir.