Xaziyê Pirsûsê Yasîn Can da xuyakirin, ku ji bo piştgiriyê bidin gelê Şirnexê wê di meha Cotmehê de bi rê bikevin û got, "Em ê pira piştgiriyê ya bi komkujiya Pirsûsê re hat bombekirin, li Şirnexê ji nû ve ava bikin."
ZEYNEP KÛRAY
STENBOL
çarşem, 21 rezberê 2016, 07:00
Xaziyên Pirsûsê xwe amade dikin biçin Şirnexê, ku ev 7 meh in ji aliyê dewletê ve hatiye dorpêçkirin.
Xaziyên Pirsûsê, ku dema pêlîstok, pirtûk û erzaq dibirin ji zarokên mexdûrê şerê Kobanê re li Navenda Çandê ya Amara ya li Pirsûsê bûn hedefa êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê û di encamê de 33 hevrêyên wan jiyana xwe ji dest dan, xwe amade dikin biçin Şirnexê.
Ji Xaziyên Pirsûsê Yasîn Can da xuyakirin, ku ew ê di meha Cotmehê de biçin Pirsûsê û dixwazin piştgiriyê bidin gelê Şirnexê ku 7 meh in di nava dorpêçiya dewletê de dijî.
Can got, "Em ê pira ku nehiştin em li Kobanê ava bikin, li Şirnexê ava bikin" û wiha dewam kir: "Armanca çûyîna me ya Kobanê însanî bû. Mixabin nehiştin em vê wezîfeya xwe ya însanî bi cih bînin û li Pirsûsê êrîşek barbarî li me hat kirin. Em îro bi heman hest û nêrînê dixwazin biçin Şirnexê ku ji 14'ê Adarê û vir ve derketina derve lê qedexe ye. Em dixwazin êşên jin, zarok û tevahiya gelê Şirnexê parve bikin."
'EM Ê PIRA PIŞTGIRIYÊ YA LI PIRSÛSÊ HAT BOMBEKIRIN, LI ŞIRNEXÊ AVA BIKIN'
Can bibîr xist, ku mexdûriyeteke gelekî mezin a gelê Şirnexê heye û destnîşan kir, ku bêdengiya li pêşberî vê mexdûriyetê tê wateya hevpariya vê zilmê. Can got, "Gel ji ber dorpêçî, qedexe û hilweşînê, nikarin li qadên xwe yên jiyanê bimîne. Li ser axa xwe bûye penaber. Ji ber vê yekê, piştgiriya bi gelê Şirnexê re, ji bo me ne tenê erka wijdanî ye, di heman demê de mecbûriyet e."
Can da zanîn, ku zivistaneke dijwar li pêşiya gelê Şirnexê ye û anî ziman, ku ew dixwazin bot, mont, qazax, betanî û erzaqên din ên zivistanê bibin ji zarokên li Şirnexê. Can got, "Li vê derê 2-3 cure montên me hene, lê mirovên li wir monteke xwe jî nîne."
Can diyar kir, bi piştgiriya bi gelê Şirnexê re ew dixwazin hesta piştevaniyê bidin mirovên li rojavayê welêt û destnîşan kir, ku pira li Kobanê hat bombekirin, ew dixwazin li Bakurê Kurdistanê ava bikin. Can bang li her kesî kir, ku piştgiriyê bide gelê Şirnexê.