Parêzeran ji ber desteserkirina şaredariyan serî li Neteweyên Yekbûyî dan

Parêzerên MHD’ê û OHD’ê piştî ku AKP’ê şaredariyên DBP’ê desteser kirin serî li Neteweyên Yekbûyî dan. Di serlêdanê de hate gotin desteserkirin li dijî peymanên navnetewî ye û hate xwestin ku bikevin nav tevgerê.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) mijara destserkirina şaredariyên Kurd a AKP’ê birin qada navnetewî.

Têkildarî mijarê parêzerên komeleyan Gulşen Ozben, Bariş Oflas û Omer Guneş serî li Konseya Ewlekariyê (KE) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.

Di deqa serlêdane de behsa polîtîkayên qirker ên AKP’ê hate kirin ku piştî hilbijartinê li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye. Di deqa serlêdanê de li gel qirkirinê di vê pêvajoyê de gelek hevserokên şaredariyan ji peywirê hatine girtin û hatin girtin.

Piştî hewldana darbeyê jî 8 Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de hatine derxistin û bi van gelek komele, weqf û dibistan hatine girtin.

Di heman deqa serlêdanê de tê gotin kirinên Rewşa Awarte û Biryarname ji refleksa darbeyê wêdetir in û bûye rewşeke wiha ku Kurdan û muxalîfan ji xwe re kiriye hedef.

DÎMENA DAGIRKERIYÊ HATE VEGOTIN

Di deqa serlêdanê ya têkildarî desteserkirina şaredariyên Kurd de wiha hate gotin:

‘’Piştî ku şexên hilbijartî yên ji peywirê hatin kirin, qeymeqam û cîgirên waliyan ku ji hêla walî ve hatine peywirdarkirin, li gel peywirdarên tîmên taybet ên ku di destê wan de çekên lûledirêj hebûn ketin bînahiyên şaredariyê. Hevserok û personelên şaredariyê bi darê zorê hatine derxistin û êrîşan fizîkî li wan bûye (…) tabêleyaên Kurdî û Ermenî hatine rakirin, alayên mezin ên Tirk li derve bi şaredariyan ve hatine daliqandin.’’

PEYMANÊN NAVNETEWÎ HATIN BIBÎRXISTIN

OHD û MHD’ê bi bîr xist ku desteserkirina şaredariyan li dijî hiqûqa navnetewî  ye û wiha hate gotin:

‘’Rayeyên ku bi dest rêveberiyên xwecih ve hatine berdan, li dijî rewşên ku di Şertên Rêveberiyên Xwecih ên Ewropğayê de pêşdîtina wê hatiye kirin, ji hêla meqamên navendî û herêmî ve hatiye qelskirin û sînordarkirin.’’

 ‘BILA KOMÎSYON WERIN AVAKIRIN’

Di dawiya deqa serlêdanê de ku OHD’ê û MHD’ê dane NY’yê tê gotin, ‘’Ji bo ev kirinên ku li Dewleta Tirk diqewimin bi dawî bibin, em Neteweyên Yekbûyî vedixwînin ku bikeve nav liv û tevgerê û ji bo ku tespîtan di cih de bike Neteweyên Yekbûyî komîsyonekê ava bike.’’