Doza li dijî piştevanên Ozgur Gundemê taloq bû

Doza li Ayşe Duzkan û Ragip Dûran hat vekirin, ji bo 15'ê Kanûnê hat taloqkirin. Duzkan û Dûran ji ber ku piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê tên darizandin.

Rûniştina destpêkê ya dozên li dijî berpirsyarên nobedar ên weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê, îro li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê destpê kir.

Ji piştevanên rojnameyê Ayşe Duzkan, Ragip Dûran û Midûrê Karê Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya derketin pêşberî dadger.

Rûniştina dozê ji bo 15'ê Kanûna 2016'an hat taloqkirin.

Ji piştevanên rojnameyê Serokê DÎSK-Basin Îşê Farûk Eren wê di 22'ê Îlonê, Ertûgrûl Mavîoglû di 29'ê Îlonê de li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkevin pêşberî dadgeriyê.

Midûrê Karê Nivîsan ê rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya wê weke bersûc tevlî hemû dozan were kirin.