Jinên endamên TJK-E yên Marsîlya û Marîgnane Nobeda Azadiyê didomînin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropa bê navber didome di hefteya 220’emîn de ye, vê hefteyê jinên TJK-E’yî yên ji Marsîlya û Marîgnane hatî çalakî dewir girtin.
ANF
STRASBOÛRG
sêşem, 20 rezberê 2016, 15:33
Çalakgerên bi navê Dûygû Şahîn, Xêriye Bozkûrt û Zeynep Apak destnîşan kirin ku wê ji bo azadiya Ocalan çalakiya xwe bidomînin, banga li Kurdistanî û dostên wan kirin ku destekê bidin kampanya îmzeyê ya ku li ser înternetê tê meşandin.
Nobeda Azadiyê ya ku 25’ê Hezîrana 2012’an li ber KE destpêkirî û Kurdan bê navber li domandin, ji hêla Endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) dewam dike. Endamên TJK-E ji bo 18-25’ê Îlonê nobeda li Strasboûrgê dewir girtin, dixwazin li ser ‘bingehek dîplomatîk’ dengê xwe ragihînin.
Çalakvanan bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya li beramberî qetlîam û polîtîkaya tecrîdê ya li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd bi zimanekî tund şermezar kirin.
‘REJÎMÊN FAŞÎST MEHKÛM IN KU HILWEŞIN’
Çalakger Dûygû Şahîn destnîşan kir ku şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe dibe pirsgirêka tevahî gelan, got; “Ev şerê ku mirov û xwezayê qetil dike divê êdî bi dawî bibe. Em wek jinan amade ne ku pêşengtiya aştiyê bikin. Em dizanin ku çareserî modela ‘Neteweya Demokratîk’ e. Û rejîma faşîst a li Tirkiyeyê mehkûm e ku hilweşe.”
‘ÇALAKIYÊN JI BO OCALAN BANGA AŞTÎ, XWIŞKTÎ Û BIRATIYÊ YE’
Çalakgerek din Xêriye Bozkûrt jî diyar kir ku çalakiyên ji bo azadiya Ocalan, banga ji bo aştî, xwişktî û biratiyê ye, wiha pê de çû; “Wek çawa her zindiyekî li ser rûyê erdê mafê wî yê jiyana wekhev heye, em jî dixwazin ji vî mafê xwe yê wekheviyê sûdê wergirtin. Heta em Rêbertiya xwe li gel xwe bibînin, wê çalakiyên me bidomin.”
Çalakgera din Zeynep Apak jî ragihand ku vê çalakiya nobedê wê bi tevlîbûna jinan hê xurttir bibe û di vê çalakiyê de bi taybet bal kişand ser rola jinên ciwan. Apak wiha dewam kir; “Eger jin îro azad bin, bi saya Serok Apo ye. Çalakiya me, di şexsê Ocalan de daxwaza azadiya gelê Kurd e.”
JI BO KAMPANYA ÎMZEYAN Û ÇALAKIYÊN 21’Ê ÎLONÊ BANG
Çalakgeran xwest ku ji ser malpera Change.org jî tevlî kampanya îmzeyan bibin. Lînka danezana ku daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wezîfegirtina Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê dike, wiha ye;
Endamên TJK-E her wiha, ji bo meşên 21’ê Îlonê ku di serî de Bruksel û Marsîlya wê li seranserî Ewropayê bêne lidarxistin, banga hestiyarî û tevlîbûnê kirin.