Peyama Ocalan wê li Ewropayê di panelan de bê nirxandin

Li gelek welatên Ewropayê wê panel bên lidarxistin û peyama dawî û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên nirxandin.

Rêveberiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) biryar da li gelek welatên Ewropayê panelan lidar bixe û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş bike.

Rêveberiyê daxuyaniyeke nivîskî li ser mijarê weşand û got, "Tecrîd û dîlgirtina Rêbertî hê dewam dikin. Bi peyama dawî ya ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hat re, divê em xebatên xwe yên li dora Rêbertî berfirehtir bikin. Ji bo vê jî lazim e em bêhtir aktîf bin."

BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Tevî parêzerên Birêz Ocalan em ê di heman demê de li gelek bajarên Ewropayê panelan lidar bixin. Di van civînan de em ê rewşa Rêbertî careke din bi berfirehî binirxînin, hewl bidin di pêvajoya heyî de paradîgmaya Rêbertî fêhm bikin, derfetên têkoşîna hevpar û çareseriyê yên bi paradîgmaya neteweya demokratîk re derketine holê nîqaş bikin.

Weke KCDK-E û TJK-E em li van welat û bajaran panelan lidar dixin û bang li gelê Kurd, hêzên şoreşger û demokrat dikin ku beşdar bibin."

PANEL

Dem, cih û beşdarên panelan:

AWÛSTÛRYA/SWÎSRE

Panelîst: Parêzer Faîk Ozgur Erol
23'ê Îlonê, Viyana
24'ê Îlonê, Graz
25'ê Îlonê, Însbûrg/Bregenz
26'ê Îlonê, Gallen
27'ê Îlonê, Lozan
28'ê Îlonê, Cenevre
29'ê Îlonê, Frîebûrg
30'ê Îlonê, Bîel
1'ê Cotmehê, Basel
2'ê Cotmehê, Zurîch
2'ê Cotmehê, Bern

HOLLANDA/BELÇÎKA

Panelîst: Parêzer Cengîz Yureklî
24'ê Îlonê, Antwerpen
25'ê Îlonê, Lîege
27'ê Îlonê, Amsterdam
28'ê Îlonê, Bruksel
26 û 30'ê Îlonê, Arnhem
1'ê Cotmehê, Arnhem
2'ê Cotmehê, Den Haag

ELMANYA

Panelîst: Parêzer Şînasî Tûr
22'ê Îlonê, Munchen
23'ê Îlonê, Ûlm
24'ê Îlonê, Nurnberg
25'ê Îlonê, Freîbûrg
26'ê Îlonê, Reûtlîngen
27'ê Îlonê, Stûttgart
28'ê Îlonê, Heîlbronn
30'ê Îlonê, Saarbrucken
1'ê Cotmehê, Maînz
2'ê Cotmehê, Mannheîm
2'ê Cotmehê, Frankfûrt

Panelîst: Parêzer Cengîz Çîçek
22'ê Îlonê, Essen
23'ê Îlonê, Dortmûnd
24'ê Îlonê, Bîelefeld
25'ê Îlonê, Bonn
26'ê Îlonê, Aachen û Duren
27'ê Îlonê, Dusseldorf
28'ê Îlonê, Koln

Panelîst: Parêzer Newroz Ûysal
22'ê Îlonê, Berlîn
23'ê Îlonê, Hambûrg
24'ê Îlonê, Kassel
25'ê Îlonê, Bremen
26'ê Îlonê, Hambûrg
27'ê Îlonê, Kîel
29'ê Îlonê, Hannover
1'ê Cotmehê, Oldenbûrg

FRANSA/ÎTALYA

Panelîst: Parêzer Mazlûm Dînç
22'ê Îlonê-2'ê Cotmehê

SWÊD/DANÎMARKA/NORWÊC/FÎNLANDIYA

Panelîst: Parêzer Mazlûm Dînç
7-14'ê Cotmehê

ÎNGILÎSTAN

Panelîst: Parêzer Ebrû Gunay
7-14'ê Cotmehê