Encamên civîna 9'an a Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş hatin eşkerekirin

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku wan civîna xwe ya 9'an li Brukselê pêk anîne û bi berfirehî rewşa li Bakurê Kurdistanê nîqaş kirin.

Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbaş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî 18.09.2016’an civîna xwe ya 9’an li navenda KNK’ê, Brukselê pêk anîn. Komîteyê piştî komcivîna xwe daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku bi berfirehî li ser rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn, helwest û bandora cîhanê ya li heremê hatiye nîqaş hatine kirin, li ser Rojava, êrîş û dagirkeriya dewlet a Tirk bi taybet hatiye sekinandin. Her wiha komîteyê ji bo siberojê plansaziyeke derxistiye.

Di daxuyaniya nivîskî de tê diyarkirin ku ji bo berteferekirina êrîşên dewleta Tirk yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de plansaziyeke taybet danîna ber xwe.

Di daxuyaniya Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş de tê gotin li gorî biryarên civîna 7’an, bi  minasebata 100 saliya Peymana Sykes –Pîcot, 07-08.12.12.2016’an li Parlementa Ewropayê, li ser rûdana Kurd, bi desteka dostên Ewropî konferanseke navneteweyî wê pêk bîne.

KURDISTAN DI REWŞEKE ALOZ DE YE

Komîteya Hevbeş diyar dike, Kurdistan û Rojhilata Navîn di nava rewşeke aloz de ne û wiha didome: 

"Kurdistan û Rojhelatanavîn di nava rewşeke aloz de derbas dibe. Şerekî mezin li holê ye û Kurdistan ketiye nava agirê wî şerî û ew şer li Kurdistanê geh bi êrêşên hêzên dagirker geh bi wekalet dimeşe.Ji bilî DAIŞ û hêzên din yên Selefî, dewleta Tirkiya, Îran, Rejîma Sûrî û Erebistana Saudî jî beşeke sereke yê vî şerî ne. Mixabin  heta niha jî, can û malê xelkê Kurdistanê di ber zerer û metirsiyêde ye. Bakurê Kurdistanê bi seranserî bûye qada şer, li seranserê Rojavayê Kurdistanê şer berdewame û dagirkeriya Tirkiyê jî serve zêde bûye, li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Şingal, dûrberê Mosilê, Kerkûk û li Germiyana jêrî tehdît berdewamin, herwiha Rojhilatê Kurdistanê jî rewş aloze."

POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ YÊN DEWLETA TIRK

Têkildarî qirkirinên dewleta Tirk a ku li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, jî Komîteya Hevbaş di daxuyaniya nivîskî de wiha vedibêje:

"Li Bakurê Kurdistanê, ev çardeh (14) meh in şerekî giran û pir dijwar dimeşe. Dewleta Tirk bi hemû awayî, bi her cure çekên giran bê sînor êrîş dike. Di êrîşên xwe de, ne heq ne hiquq ne jî qanûnan nasnake. Gund û bajaran wiran dike, jîngehê dişewîtîne û kesên sivîl hedef digre û qetil dike. Siyaseta legal hedef digre, siyasetmedaran zîndanî dike, şaredaran ji wezîfê dûr dixe û dest datîne ser şaredariyan. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadiyê jî, bi fedakariyek mezin berxwedanekî bê hempa dimeşînin û piraniyan êrîşên dijmin pûç dike. 

Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur li seranserê Cihanê jî dijmintiya Gelê Kurd dike. Siyaseta Dewleta Tirk ya di qada dîplomatîk de li ser bingeha dijminatiya Gelê Kurd tê avakirin û tê meşandin. 

Dehan salan e gelek deverên Başûr bombe dike, 20 sal zêdetîre hinek hêzên xwe li Başûr cihkirine û dernakeve. Niha jî hinek hêzên xwe anîne herêma Başîka. Ev hêz hemî dij gelê me û destketiyên gelê me anîne û dixwaze pêşiya hêzên azadiyê bigre."

DEWLETA TIRK HEVARÊ DAIŞ'Ê YE

Komîte diyar dike ku ji destpêka Şoreja Rojava û şerê Sûrî ve nêzîkatiya dewleta Tirk ew e ku naxwaze Kurd statûyekê bi dest bixin û wiha didomîne: 

"Heta niha di serî de DAIŞ, hemî hêzên Selefî û hêzên şoven, dijî gelê me destek kirine, geş kirine û dane êrîşkirin. Dema dît bi van hêzan nikare pêşiya şoreşa Rojava bigre, vê carê bi hêzên xwe dest bi dagirkeriyê kir. Ev meheke hêzên Dewleta Tirk derbasî hinek deverên Rojavayê Kurdistanê bûne û êrşên xwe berdewam dikin. Niha jî Dewleta Tirk, polîtîkaya xwe ya Sûrî diguherîne. Îran û Rejîma Sûrî re peywendiyan datîne û dijê me, dijê gelê me, dijê şoreşa me îttîfaqan pêktîne.’’

PÊŞNIYARÊN KOMÎTEYÊ

Pêşniyarên komîteyê yên ji civînê derketin bi vî rengî hatine diyarkirin:

1- Em dixwazin temamî gelên Kurdistanê, pişt û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Ku îro zêdetir ji her demekê pêwîstî bi destekê heye. Divê di warê dîplomtîk de Dewleta Tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêdene. Serkeftina Bakur, dibe serkeftina hemî Kurdistaniyan.

2- Em êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel reveberiya Rojava cihê xwe digrin. Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya serekeye û ji bo berterefkirina van êrîşan karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîste piştevaniya Rojava bê kirin û xebat ji bo nasandina fermîtî ya Rojava bêne xurt kirin. 

3- Em daxwaz ji tev partî, rêkxistinên siyasî, medenî û pîşeyiyên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi dilsozî û berpirsane wê qeyranê bibînin û wan destkeftan biparêzin. Herwiha di atmosfereke dîmokrasî û şefaf de arîşeyên  navxweyî  çareser bikin. Pêwîste rêz ji dam û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin û her tişt di bin serweriya qanûnê de derbaz bibin. Herwiha em vekirî dibêjin û dixwazin; pêwîste rojekî zûtir Parlamento kom bibe û hilbijartina serokatiya herêmê bi awayekî demokratik bê kirin.

4- Komîte, arîşeyên vê dawiyê yên li Kerkûk ê rûdayîn di berjewendiyên gelê me de nabîne û pêwîste ev arîşe di demeke zutir, bi diyalogê û gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê bê çaresekirin.

5- Operasyona bajarê Mûsilê di rojevêde ye. Pêwîst ee hêzên hemî Kurdistanî di nav koordînasyonekî hevbeş de beşdar bibin. Beşdarbûna hêzên Pêşmerge û hemî hêzên din pêwîste li gor berjewendiyên gelê Kurdistanê bitin. Herwiha divê hêzên Dewleta Tirk tevlî operasyonê nebin û ji herêmê bêne derxistin.

6- Komara Îslamî ya Îranê li ser bi eskerîkirina Rojhelatê Kurdistanê û siyaset şiddet û tirsandin û îdamkirinê her berdewam e. Herwisa wê siyaseta xwe ya bêkarkirin û berbelavkirina narkotîkê li Kurdistanê bi awayeke sîstematîk rêve dibe, em bi tundî vê siyaseta dewleta Îranê şermezar dikin.  Em ji hemî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilat daxwaz  dikin,  zêdetir ji hevnêzbûna aliyan û bi hevre hevkar bin, da ku baştir deng û rewatiya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigehînin.

7- Bi heman şêwe piştgîriya keysa Êzîdiyan ji bo nasandina zulma DAÎŞ’ê li ser wan  wek Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin. Hewil bê dayin ku Şengal bikeve  pratîka avedankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Daxwaz ji hikûmeta Başûr dikin ku karê ciddî  û bi lez ji bo azadkirin û vegerandina hemû girtî û esîrên Êzîdiyan bê kirin û bê encamdan. 

8- Destnîşankirina Birêz Nadiya Murad weke Balyozê Neteweyên Yekbûyî, naskirineke ya gelê me yê Êzidî ye, herwiha rêzgirtineke ji tekoşîna jinên Kurd re ye. Bi vê munasebetê em Birêz Nadiya Murad pîroz dikin û jêre serkeftinê dixwazin.

9- Em piştgirî ya xwe ji bo gelê me yê Suryanî – Asurî - Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.

10- Ji bo komkirin û dekomentkirina suç û tawanên komkujî û jenosidê ya çeteyên DAIŞ’ê, ku li hemberi gelê me pêkaniye û dane ber çavên civaka nêvneteweyî, biryar hate dayîn komîteya civîna pêncemîn da hatî avakirin bê xurtkirin û karên plankirî bêne berdewamkirin.

11- Em piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare dikin û bi taybetî ewên li ber çeperên berxwedanê dene. Ewan jinan wêneyekê herî bilind wêneyek nû ji bo jinên Kurdistanê û Cîhanê kişand. Civîn dîsan hewl û tekkoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên kurd yên Êzidî rijd û dubare kir da ku berdewam bin bo gihandina doza wan bo nêv astê nêvdewletî.

12- Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasiyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasiyê da xetên sor yên berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin. 

13- Em weke Komîte, bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî komîteya Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hevre karê diplomasiyê bikin.

Pêkhateyên Komîteya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ev in:

1. Komîsyona Karê Derve ya KNK’ê
2. YNK 
3. PYD
4. GORAN
5. HSDK  (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
6. Partiya Îslamiya Kurdistan –PÎK
7. KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa)
8. Komelî Îslamî Kurdistan
9. TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa) 
10. Federasyona Êzidiyên Kurdistan
11. E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa) 
12. Partiya Yekîtiya Suryanî – Rojava
13. PJAK 
14. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
15. Nûnertiya HDP ya Ewropa
16. P.D.K.S (Partiya Demoqrata Kurdî Sûriya)
17. P.Ç.D.K-S (Partiya Çepa Demokrata Kurd – Sûriya)
18. PÇK-S (Partiya Çepa Kurd – Sûriya)
19. PDK-S - El Partî (El Partî Demuqratî Kurd – Suri) 
20. PRK (Partiya Rizgariya Kurdistan)
21. Partiya Kaskên Kurdistanê - Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
22. Enstituya Kurdî ya Brukselê
23. Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan
24. PYNA – Rojava (Partiya Yekîtiya Niştimanî Azad – Rojava)
25. T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Suriye)
26. Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
27. Partî Sebixweyî Kurdistan
28. KKP (Partiya Komunîstên Kurdistan)
29. PYDK-S – El Wehde